BI DÎMEN

Çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê kete meha 43’an

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY a li Cenevreyê hatibû destpêkirin, kete meha 43’an.

Di çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin de banga tevlîbûna meşa protestoyî hat kirin ku di çarçoveya salvegera 101’emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin.

Di şexsê 33 rêwiyên xeyalan ên ku di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin, deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî. Yuksel bal kişand ser tecrîda mutleq û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25 salan.

Yuksel wiha axivî: “Bi Peymana Lozanê ku 101 sal berê hat îmzekirin, Kurdistanê kirin 4 parçe. Dîlgirtina Rêber Apo, polîtîkayên tecrîda mutleq û dîsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û hewldanên îlhaqkirinê li ser bingeha berdewamkirina vê peymana qirêj e. Em weke gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê û hewldanên îlhaqkirina erdnîgariya Kurdistanê li gel têkoşîna gerîla cih bigirin.”

Yuksel diyar kir ku ew ê weke Kurdistaniyên li Cenevreyê cihê xwe di meş û mitînga protestoyî de bigirin ku bi wesîleya salvegera 101’emîn a Peymana Lozanê di 27’ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Piştî axaftina Yuksel metna çapemeniyê hat xwendin.