27’ê Mijdarê li Wintherthûrê hat pîrozkirin

Li Wintherthûrê salvegera demezrandina PKK’yê hat pîrozkirin, li Baselê jî civîna gel hat lidarxistin.

27’ê Mijdarê salvegera demezrandina PKK’ê bi şahiyekê li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê hat pîrozkirin. Şahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) pêk hat. Di şahiyê de Hevserokê CDK’ê Îsmaîl Kaya li ser dîroka damezrandina PKK’ê axivî û grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Kurdistaniyan piştî nirxandina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku li cîhanê hate destpêkirin, salvegera damezrandina PKK’ê bi gerandina govendê pîroz kirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî di çaroveya pêngava “Dem Dema Azadiyê” de civîna gel hat lidarxistin. Panelji aliyê siyasetmedar Hatîp Dîcle û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat peşkeş kirin.

Di civînê de hate diyarkirin ku divê gel li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekîtiya xwe ava bikin. Hate diyarkirin ku dê têkoşîn ji bo vejîna paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirandiye li dijî hawirdora krîzê ya ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatiye afirandin û her wiha polîtîkayên qetlîam û qirkirinê yên li ser gelan tê meşandin, bidome.