Vedat Encu ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin: Qatil Erdogan

Vedat Encu yê 16 salî, ku li Roboskiyê hate qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Jinan di merasîmê de nifir li Erdogan kirin.

Vedat Encu yê 16 salî ku li ser sînorê gundê Roboskiyê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, di encama topbarana ji kişlaya leşkerî de hatibû qetilkirin, hate definkirin.

Rê nehat dayîn ku li Goristana Şehîdên Roboskiyê bê definkirin.

Piştî wecîbeyên olî, danê nîvro nimêja cenaze li mizgefta gund hate kirin.

Girseyê darbesta Encu rakirin ser milan, xwestin li Goristana Şehîdan a Roboskiyê yên ku di qetlîama yekem de hatin qetilkirin defin bikin. Lê, leşker ji bo vê bûn asteng, malbat û gundî tehdîd kirin.

Li ser astengiyan cenazeyê Encu, ji aliyê gundiyan ve li goristana gund hate definkirin. Di dema merasîmê de li jora goristanê, li baxçeyê Qereqola Ortasûyê wesayîtên zirxî û leşker hatin bicihkirin.

Di merasîma cenazeyê de, hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin lenetkirin.

BIRAYÊ WÎ LORAND

Li gel malbat û welatiyên gund, bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Vedat Encu yê ku xwendekarê dibistana amadeyî bû, hevriyên wî yên dibistanê jî amade bûn.

Xwişka Encu jî bi qeftek beybûn hate ser gora birayê xwe û wiha lorand: “Rê bidin ku ez birayê xwe hembêz bikim. Ez ji hezkirina wî têr nebûm.”

JINAN: ERDOGAN JI XWÎNA KURDAN TÊR NEBÛ!

Jinan di merasîmê de wiha nifrîn li Erdogan kirin; “Erdogan ê ku te ev êş da me, ti bi xwe jî bibîne.” Jinan wiha gotin: “Erdogan 34 ciwanên me qetil kirin, hê jî têr nebû. Ti ji xwîna Kurdan têr nebûyî. Kurd bi qetilkirinê bi dawî nabin.”

Girseyê, piştî merasîmê berê xwe da mala sersaxiyê ya ku li mala Encu hatiye danîn.