Piştî Brexîtê êrîşên nîjadperest û homofobîk zêde bûn

Li Brîtanyayê, ku di referandûma 23'ê Hezîranê de biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve (Brexît), di nava 3 mehên dawî de êrîşên homofobîk û nîjadperestî zêde bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya The Gûardîan, ku agahiyên xwe dispêre daneyên saziya bi navê LGBT Galop, di nava sê mehên piştî referandûma Brexîtê de êrîşên li dijî kesên hevzayend û transseksuel, ji sedî 147 zêde bûne.

LGBT Galop ragihand, ku di nava 3 mehên piştî referandûmê de 187 kesên bûn hedefa êrîşê serî li wan dane. Ev hejmar di sala 2015'an de 72 bû.

Daneyeke din a piştî Brexîtê, ku ji aliyê The Gûardîanê ve hat weşandin, li ser sûcên nefretê yên li dijî koçberan e. Li gorî vê yekê, hejmara sûcên li dijî koçberan ku piştî Brexîtê gihîştin polîasn, 3 hezar derbas kir. Ev yek jî li gorî par tê wateya zêdebûna ji sedî 42'an.