Giriyê destpêkê yê pitikan jî li gorî zimanê dayikê ji hev cuda ye

Derket holê, zimanê dayikê di zikê dayikê de jî bandorê li pitikan dike û ev yek di giriyê ewilî yê pitikan de xwe nîşan dide.

Pisporên Zanîngeha Wurzbûrgê du lêkolînên cuda li ser mijarê kirin. Pisporan di vê çarçoveyê de giriyê 97 pitikên li Elmanya, Kamerûn û Çînê ji dayik bûne, lêkolîn kirin. Pisporan giriyê destpêkê yê 42 pitikên ji gelê Nso yê li rojhilatê Kamerûn û Elmanyayê û 55 pitikên li Çînê ji dayik bûne anîn pêşberî hev.

Di encama lêkolînê de derket holê, ku tonê girî yê pitikên li van welatan nû ji dayik bûne, ji hev gelekî cuda ne. Hat ragihandin, ku ev rewş bi cudahiya zimanê dayikê yê pitikan dikare bê vegotin.

Li gorî vê lêkolînê, pitik hê ji dayik nebûye, di dema zikê dayika xwe de zimanê dayikê qebûl dikin.

Li gorî heman lêkolînê, asta tonê herî bilind û herî nizm ê giriyê pitikên li Çîn û Kamerûnê, li gorî pitikên li Elmanyayê zêdetir e. Di heman demê de, di demeke kurt de zûtir digirîn û zûtir aş dibin.

Di sala 2009'an de jî pitikên nû li Fransa û Elmanyayê ji dayik bûn hatin lêkolînkirin û di encamê de derket holê ku tonên van pitikan ji aliyê melodî û ton ve ne yek in. Di lêkolînê de eşkere bûbû, ku pitik hê di zikê dayikê de zimanê dayik û bavê xwe qebûl dikin.