Gelê Mexmûr: Rêxistinbûn girîng e

Li Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 7. Konferansa Gel a Demokratîk pêk hat.

Li Wargeha Penabera Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 7. Konferansa Gel a Demokratîk pêk hat. Delegeyên tevlî konferansê bûn bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûnê.

7. Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk a 2’ê Gulanê li Wargeha Mexmûrê destpê kir, dewam dike. Delegeyên tevlî konferansê bûne têkildarî konferansê ji ajansa me re axivîn.

‘WARGEHA ME XWEDÎ DÎROKEKE DÛR Û DIRÊJ E’

Ji delegeyên konferansê Ayten Bulut, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînê û rola konferansê. Bulut di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî; “Ez di xebatên meclîsa Îştar de cih digirim. Li vir mebesta kombûyîna me ji bo pêk anîna 7. Konferansa Meclîsa Demokratîk a Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ye. Bêguman hûn jî dizanin ku wargeha me ji sala 1994’an heya niha dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye. Her wargeha ku em çûnê me dest ji pergala xwe ya rêxistinbûyînê bernedaye. Her wiha bi rêxistin û sazîbûnên xwe ve em hatine heya roja îro.

 Li wargehê xebatek kolektîf tê meşandin. Hem kolektîf û hem jî xwesertiyek wargehê heye. Ji ber vê jî konferans ji bo me pir girîng e. Rêxistinkirin û rêvebirina jiyana wergehê li ser van konferansan û bi biryarên ku di van konferansan de tên girtin ve tê meşandin.

Ji bo ku ev lingên esasî nekeve dest dagirker û faşîstan, her tim em rêxistinkirina xwe ji bo ku bêtir bihêz bikin û bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve bibin, ji bo her demê amade bin, bersiv bidin cîhanê ku ne çeteyên DAIŞ û ne jî ti hêz nikare rêxistinbûyîn û kombûyîna me xera bike. Kongre û konferansên xwe em bi xwe pêk tînin.”

Ji delegeyên konferansê Qedrî Şirîşî jî got ku girîngiya vê konferansê ji yên salên berê cudatir e. Ji ber ku rewşa niha di heremê de rû dide, yekser jiyana wargehê bandor dike. Qedrî Şirîşî wiha berdewam kir;” Wek wargeha şehîd Rustem Cûdî em her du salan carekê bi awayekî rûtîn konferansa xwe ya Meclîsa gel pêk tînin. Lê îsal armanca kombûyîna konferansa me ji her salên derbasbûyî cudatir ev e, di herêma me de taybet di van du salên dawî de gêşedanên ku rû dan, yekser wek wargeh em di nav vê gêşedanê de cih digrin. Hem di aliyê cografî de, di aliyê siyasî de û taybet di aliyê aborî de em di nav vê de dijîn. Hin tiştên ku di nav deh salî de nedihat guhertin îro di şevekê de tên guhertin. Siyaseta heyî îro vê pêk tîne. Ji ber vê jî ev konferans di vî milî de pir girîng e."

‘EGER EM NE RÊXISTINIRÎ BIN EM Ê TÊK BIÇIN’

Qazê Mijînî jî di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistibûyînê û wiha berdewam kir; “Her du salan carekê konferansa gel çêdibe, gel û hemû sazî beşdarî konferansê dibin. Kar û xebatên du salan di vir de tên nîqaşkirin, kêmasiyên derketine li ser nîqaş çêdibin û ji bo nedubarebûna van encam tên derxistin. Em îro di qada şer de ne. Bûyerên dijwar di vê heremê de rû didin. Ji ber vê jî ger em wek gelê wargeha Mexmûr ne bi rêxistinkirîbin û ne hişyar bin em ê têk biçin. Em Şengalê dibînin, li wir ger rêxistinbûyînek hebûya, yekbûyînek hebûya gel perîşan nedibûn, ji ber vê jî neçar man ku ax û werê xwe bêhêlin û biçin. Ji ber vê jî em wek gelê Mexmûrê konferansekê li dar bixin, di vê konferansê de em ê pergal û ewlehiya wargehê binirxînin û biçin biryarên nû. Wek tê zanîn em pêvajoyeke pir zehmet re derbas dibin. Ji ber vê jî ji bo ku em karibin jiyana xwe bi xwe bi rê ve bibin, pêwîst e em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Ez ji bo konferansê serketinê dixwazim û Serokatî û gelê xwe pîroz dikim.”

Mihemed Hîlalî di axaftina xwe de li ser şer û pêvajoya ku di heremê de rû dide sekinî û got; “Ez wek delege tevlî vê konferansê bûm. Wateya konferansê ji bo guhertin veguhertinê ye. Çi rêxistin be û çi civak be, di konferansê de pirsgirêkên xwe yên civakî û rêxistinî nîqaş dikin, rexne û rexnedayîn tên kirin. Li her derê êrîş li ser gelan heye û li hember vê bêguman têkoşînek mezin jî tê dayîn. Di vir de bi taybet gelê Kurd û rêxistina têkoşîna azadiya Kurd têkoşînek bêhempa dide meşandin. Em wek gelên penaber ên wargeha Mexmûr girîngiya vê hê zêdetir hîs dikin û dibînin. Ez di wê baweriyê de me ku bi vê konferansê ve wek gelên wargehê em ê rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe hê bilindtir bikin. Ez hêvîdar im ku ev konferans bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û serketina gelê kurd.”

'GEL XEBAT Û RÊXISTINBÛNÊ ESAS DIGIRE'

Endamê Komîteya Amadekar a konferansê Yusif Kara jî bi giştî der barê pêkanîna konferansê û pêvajoyê de axivî û wiha got; “Wateya xwe konferans ev e ku îradeya gel nişan dide. Di vir de aktif gel tevlî kar kirin û gel birêxistinkirin esas e. Bêguman di pêvajoyek wisa de ev konferans lidarxistin rol û mîsyonek cudatir, girîngtir dide pêşiya me. Ji ber ku hem wek pêvajo û hem jî wek herêm, rewşek awerte yanî rewşa şer tê meşandin. Ji ber vê jî wek gelê ku di vê heremê de dijîn, ji bo bi êrîşên dagirkeran û çeteyan re rû bi rû neyên pêwîstiya xwe bi rêxistinkirinê heye.

Pêvajoya ku Rêbertî 2013’an dabû despêkirin û heya roja îro hatiye, wê ev îrade karibe ji bo hê zêdetir vê pêvajoyê bi Rêber Apo re bide meşandin û li gor perspektîfên Rêber Apo xwe sazûman bike, biçe biryardayînek hê xurtir da ku karibe serketinekê bi dest bixe. Em di vê hêvî û baweriyê de ne. Ez di kesayeta hemû şehîdan de vê konferansê, bi taybet îro ku salvegera şehadeta Şehîd Mihemed Karasungur e, em vê konferansê li wan û Rêbertiya xwe pîroz dikin dibêjin ku serketin ya gel e.”