Dêrê bang li Fransayê kir: Aliyê însanî yê pirsgirêka penaberan ji nedîtî ve neyê

Ji bo penaberên li bajarê Calaîs ê Fransayê û derdora wê ji cihê lê ne bên derxistin, hikûmet di nava hewldanan de ye. Dêrê bang li hikûmetê kir û jê xwest 'aliyê însanî' yê vê pirsgirêkê ji nedîtî ve neyê.

Di hevdîtina rayedarên Konferansa Pîskoposên Fransayê (CEF), Serokwezîr Manûel Valls û Wezîrê Karên Derve Bernard Cazeneûve de, hişyarî ji hikûmetê re hat dayîn ku di dema valakirina wargeha penaberan a Calaîs û derdora wê de, 'aliyê însanî' ji nedîtî ve neyê.

Berdevkê CEF'ê Olîvîer Rîbadeaû diyar kir, ku wan di hevdîtina bi hikûmetê re işaret bi girîngiya vê yekê kirine û dîtine, hikûmet jî bi wan re li ser 'heman xetê' ye. Rîbadeaû da xuyakirin, ku wan ji rayedarên hikûmetê xwestin, penaberên ji Calaîsê werin derxistin, li bajarên din bên bicihkirin.

Berdevkê CEF'ê da zanîn, saziyên ser bi Dêra Katolîk amade ne penaberan vehewînin û anî ziman, wan di nava sala dawî de tevî rêveberiyên herêmî zêdeyî 2 hezar 400 penaber vehewandine. Berdevk ragihand, ew hê jî hejmara lokalên dêrên li gelemperiya Fransayê dihejmêrin û hewl didin hejmara penaberên li cihên vala bi cih bikin, diyar bikin.

Li herêma Calaîs a Fransayê zêdeyî 10 hezar penaber li qadeke daristanî di nava şert û mercên ne însanî de dijîn. Hin ji penaberên ji vê herêmê hatin derxistin, li herêmên cuda hatin bicihkirin, lê li gelek komunan, êrîşên nîjadperestî li dijî wan hatin kirin.