CÎK: Piştevaniya li Kurdan peywireke Misilmanan e

Civaka Îslamê ya Kurdistanê (CÎK) li hemberî hovitiya li ser Kurdan tê kirin, bang li hemû Misilmanan kir.

CÎK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Remezanê pîroz kir.

CÎK’ê di peyama xwe de bal kişande ser wekhevî û xwişk û biratiyê û wiha got "Pêxemberê Îslamê pêşengtî kiriye da ku di navbera mirovan de wekheviyê, hîsên xwişk û biratiyê û hevgirtinê xurt bibe. Meha Remazanê navê wê mehê ye ku van têgînan di ruhê me de zindî dike. Pêxemberê Îslamê têkoşîna xwe ya pêşî jî li dijî cehaletê daye. Bi zanîn û têgihiştinê xwestiye hînî mirovan bike bê ka ew ê li dijî neheqiyê, zilmê çawa, çima li ber xwe bide. Zalimên Mekkeyî pergala xwe ya ku li ser mezlûman ferz dikirin li hemberî adaleta Xwedayî di tehlûkeyê de dîtin, dest bi zilmê kirin. Evana zalim, zordar, talanker, bê sinc, dizek û kujer bûn. Qur’an ji bo ku dawî li van neqenciyan bîne û xisletekî bide mirovan wehy bûye."

'ÎSLAMÊ JI B BERJWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNIN'

Civaka Îslamî ya Kurdistanê got, "Li welatê me Kurdistanê ev bi salan e gelê me di bin zilm û zordariya dijwar de ye" û wiha pê de çû:

"Zilma ku wê demê Nemrûd û Fîrewnan li ser Misilmanan dikirin, dewletên  ku bi nav misilman in niha li hemberî gelê me pêk tînin. Ev desthilatdarî bi tirs, hîle û çewisandinê Dînê Îslamê li derdora berjwendiyên xwe şîrove dikin. (..) Hikûmeta desthilatdar a niha ya Tirkiyê di bin navê Îslama nerm de bi ser gelê Kurd ê li Rojava ku dixwaze jiyaneke dûrî şer bijî, di bin navê dîn de aferideyên ku ji mirovahiyê para xwe negirtine dişînin, zarokên Kurdan qetil dikin û dest li ser mal û milkê wan datînin. Ti têkiliya van aferîdeyan ne bi mirovahayî û ne jî bi misilmanan re nîn e ku fetwayê talanê, destdirêjiyê, komkujiyê didin. Ev ên ku dibêjin em li ser navê îslamê tevdigerin sondxwarî ku çi tiştê têkildarî Kurdan hebe tine bikin. Civakekê bi temamî didin ber guleyan û şûran.

Li Bakur, Rojava Kurd bi komkujiyên mezin û hilweşandinên mezin re hevrû bûne. Çawa ku Kurdên Rojava bi komkujî, talan û hilweşîna vê hêza tagutî re hevrû ne, her wiha li Bakur jî Kurd heman tiştî dijîn. Goristan, mizgeft, bajar û gund têne serobino kirin, mirovan çawa ku Nemrûd Hz. Brahîm avêtibû nav êgir, bi zindî davêjin nav êgir. Ev hemû li ser navê dîn têne kirin. Ev bi piştevaniya mirovên bi cibe, rih û zahir misilman ên bi pere ku li derdora desthilatdariyê nimêj dikin tê kirin."

'DIVÊ PIŞTEVANIYA MADDÎ Û MANEWÎ LI KURDAN WERE KIRIN'

CÎK'ê bang kir li mirovahiyê, alema Îslamê kir ku divê hovîtiya li dijî gelê Kurd were bihîstin û wiha pê de çû:

"Doza civaka Kurdistanê hem însanî û hem jî Îslamî ye. Gelê Kurdistanê û Misilmanên dinyayê ji bo ku namûsa dînê Îslamê biparêzin neçar in ku piştevaniya maddî û manewî li Kurdên çar parçeyan bikin. Ev ferman û ferzek e ku Xwedê daye. Bicihkirina adaletê peywira her Misilmanî ye û ferz e.

Pê bawer bin ku gelê me yê mezlûm bi ser bikeve, dînê heq Îslam û mirovahî jî wê bi ser bikeve. Ji bo ve jî peywireke giran dikeve ser milê Kurdên Misilman û alema Îslamê. Peywir ew e ku li dijî van desthilatdariyên cahil, barbar, zalim ku namûsa Îslamê bin pê kirine edaletê bi cih bikin û destê dilovaniyê bidin mezlûman."