BI DÎMEN

Li Îlamê bi deh hezaran Newroz pîroz kir

Li navçeya Karzanê ya ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 65 hezar kesan Newroz hate pîroz kirin.

Li navçeya Karzanê ya ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 65 hezar kesan Newroz hate pîroz kirin.Beşdaran bi cil û bergên Kurdî beşdar bûn û bi vêxistina agir û bi gerandin govendê Newroz îsal bi coş û kelecaneek mezin pîroz kir.

Hêjayî gotinê ye ku pîrozbahî tevî zextên dewleta Îranê hate lidarxistin. Di Newroza îsal de dewleta Îranê bi gelek rêyan hewl da ku astengiyan çêke û zext zêdetir kirin. Li van rojên dawî hunermendekî bi navê Hesen Kakeyî ji ber gotina sirûda neteweyî ya Kurd êşkence lê hate kirin.