KOMAW'ê cejna gelê Kurd pîroz kir

KOMAW'ê Cejna Remezanê li gelê Kurd pîroz kir û xwest, cejna îsal bibe wesîle ji jiyaneke hevpar a demokratîk, azad û aştiyane re.

CEJNA REMEZANÊ

Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Peyama KOMAW'ê bi vî rengî ye: "Gelê me bi navbera deh rojan du rojên girîng pîroz dike. Beriya bi 10 rojan di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de gelê me derbeke giran li siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst xist û destketiyeke gelekî hêja bi dest xist.

Roja duyemîn a hêja jî 10'ê Nîsana 2024'an Cejna Remezanê ya pîroz e.

Gelê me herdu rojên girîng û hêja weke rojên ji destketî û pîroziyê dît û pîroz dike.

weke saziya malbatên şehîd û mexdûran a Kurdistanê em herdu cejnan di serî de li malbatên şehîdên Kurdistanê li tevahiya gelê me yê welatparêz pîroz dikin.

Mîna di her cejnê de di van cejnan de jî em hêvî dikin ku cejn ji bo gelê Kurdistanê û tevahiya gelên cîhanê bibe wesîleya jiyaneke hevpar a demokratîk, azad û aştiyane."