KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir

KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û got, "Em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Îro cejn e, cejna Remzanê ye. Em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemî cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.

Hêzên parastina Kurdistanê di mehên derbasbûyî de, li hember dagirkeran operasyonên mezin pêk anîn û derbên giran li dijminan dan. Em niha di destpêka biharê de ne. Sê heftiyan pêş niha, me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir. Piştî wê jî li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî (xwecihî) de, gelê me xwedî li îradeya xwe derket û serketinek mezin bi dest xwe ve anî. Em bi van serketinan cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Lê dîsa jî li welatê me rewşeke aloz heye. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam dikin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha jî nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî ser ve zêde bûne. Divê hemî hêzên Kurdistanê li dijî van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin. 

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em careke din cejna Remezanê, li hemî li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin."