Li Efganistanê ji ber lehiyê zêdeyî 300 kes mirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Efganistanê ji ber lehiyê zêdeyî 300 kes mirin.

LI EFGANISTANÊ LEHÎ RABÛ

Ajansa xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemîyê ragihand ku li Efganîstanê ji ber barana dijwar a demsalî lehî rabû û got ku ji ber lehiyê zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî hezar xanî jî wêran bûne.

Hate diyarkirin ku li tevahiya eyaletên Badexşan, Ghor, Baxlan û Heratê yên bakur lehî rabûye nêzî 2 hezar xanî zirar dîtine û "bi hezaran" kes jî ji xizmetguzariyê bêpar mane.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) li cihê bûyerê dest bi alîkariyê kiriye daxuyand ku tê payîn ku wê hejmara miriyan zêde bibe Komiteya Parastinê ya Navneteweyî (IRC), dîrektorê Efganisanê Salma Ben Aîssa ev tişt parve kir: “Lehiyên herî dawî bandora, erdhejên destpêka vê salê û her wiha lehiyên dijwar ên di meha Adarê de li Efganistanê rê li ber karesatên mezin û pêwîstiyên mirovî yên lezgîn vekir. Civatan tevahî malbatên xwe ji dest dane û di encamê de çavkaniyên debara jiyana wan tune bûn.”

Rêya sereke ya ku Kabilê bi bakurê Efganistanê ve girêdide girtî ye.

Li Efganistanê her sal ji ber barana dijwar û lehiyan mirovan dimirin.

Li gorî pisporan, Efganistan di cîhanê de di nav welatên herî zêde di bin xetereya bandorên guherîna avhewayê de ye.