Yekîtiya Ewropayê hin pêkanîn li ser Îranê ferz kir

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye li ser hilberînerên fuze û balafirên bêmirov ên Îranê pêkanînên nû ferz bike.

Roja Çarşemê piştî civîna bilind a lîderên 27 welatên endam a li Brukselê, Charles Mîchel daxuyanî da û diyar kir ku piştî êrîşa li ser Îsraîlê biryar hatiye dayin hin pêkanîn li ser Îranê bêne ferzkirin.

Charles Mîchel got, "Me biryar dan ku pêkanînê li Îranê ferz bikin, me xwest peyameke şênber bidin."

Serokê Konseya Ewropayê got, "Armanc zexta li ser şîrketên ku drone û fuzeyan hildiberîne ye."

Piştî êrîşa Îsraîlê ya 1'ê Nîsanê ya li ser Konsolosxaneya Îranê ya li paytexta Sûriye Şamê, Îranê şeva Şemiyê ji xaka xwe bi sedan fuze û drone şand Îsraîlê û êrîş kir.

Nêzî temamiya fuze û balafirên bêmirov bêyî ku bigihêjin xaka Îsraîlê hatin îmhakirin. Ev yek êrîşa yekser a Îranê ya li ser Îsraîlê bû ku cara yekemîn pêk hat.