Wezîrê Karên Derve yê nû yê DYA bi awayekî fermî dest bi kar kir
Rex Tîllerson, ku Senatoya DYA navê wî ji bo Wezareta Karên Derve erê kir, sond xwar û bi rengekî fermî dest bi wezîfeya xwe kir.
Rex Tîllerson, ku Senatoya DYA navê wî ji bo Wezareta Karên Derve erê kir, sond xwar û bi rengekî fermî dest bi wezîfeya xwe kir.
Merasîma sondxwarinê li Qesra Spî hate lidarxistin û Serokê DYA Donald Trûmp jî lê amade bû. Trûmp li vir axivî û got, "Dem hatiye ku êdî têkiliyên derve bi nêrîneke rasteqîn bên meşandin."
Tîllerson beriya niha serokatiya şîrketa herî mezin a enerjiyê ya DYA ExxonMobîl kiribû.