Watedarkirina geşedanan

Dûran Kalkan: Zextên li ser gelên mezlûm û bindest bi taybet jî li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer hîn tundtir bibe û belav bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nirxandina xwe de, ev tişt diyar kirin:

“Têkoşîna me ya azadiyê li hemû eniyan bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Êrîşên faşîst- qirker ên topyekûn ên dijmin dewam dikin. Em jî weke tevger û gel li dijî vê li ber xwe didin. Têkoşîn hîn kûrtir dibe, belav dibe û dijwar dibe.

Zextên li ser gelên mezlûm û bindest bi taybet jî li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer zêdetir dijwartir bibe û belav bibe. Rêber Apo pêvajoya ku em tê de ne, dişibîne dema dawî ya Şerê Cîhanê yê Yekemîn. Dema hinekan dişibînin pêvajoya destpêka şer û hewl didin wisa têbigihin, Rêber Apo berovajî vê dibêje. Ew zêdetir dişibîne dawiya şerê cîhanê ya 1918’an. Ev girîng û watedar e. Bi vî rengî em rewşa şerê dema borî baştir fêm dikin. Hem rewşa giştî ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ji krîz û şerê Kendavê ve sîh û pênc sal in navenda wê Rojhilata Navîn rû dide, hem jî li ser bingeha êrîşên AKP-MHP’ê ê ku ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta roja me dewam dike, em dibînin ku şerê ku li herêmê diqewime çiqas kûr û tund e û xwedî taybetmendiye ku dikare li herêmê guhertinên girîng çêbike.

Pêwîste geşedanên pêvajoya dawî werin fêmkirin û nirxandin. Piştî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dema kapîtalîzîm çêbûneke hegemonîk a kûrewî bi dest xist, şêwegirtina netew-dewlet li Rojhilata Navîn çêbû. Vê jî bi xerakirina Împaratoriya Osmanî derxistin holê. Wê demê avabûnên netew-dewlete di berjewendiya pergala modernîteya kapîtalîst de bûn. Di navenda wê de jî vekirina rêya bazirganiyê ya Ewropa-Hindîstanê hebû. Projeya rê weke Rêhesin a Berlîn- Bexda- Basra hatibû plankirin. Dema di encama bazarên li ser wê de tifaqa Elmanya-Osmanî pêk hat, rêveberiya Abdulhemîd a Osmanî rêya bazirganiyê da Elmanyayê.

Îngilîstan jî bi lihevkirina Fransa û Rûsyayê xaka Osmaniyan ku ji Efrîka û Kendavê destpê kir, desteser kir û bi şerê li dijî Osmaniyan projeya rê vala derxist. Eger ev projeya rê wê demê nehatiba astengkirin wê Elmanya bazirganiyê heta kendavê bi dest xistiba. Bi vî rengî wê Elmanya di bazirganya Hindîstan-Asyayê de xwedî bandor ba. Lê Hindîstan mêtingehiya Îngilîstanê bû. Bidestxistina çavkaniyên Hindistan û Asyayê ji aliyê Ewropayê ve mijara herî sereke ya têkoşînê bû. Ev têkoşîn hê jî di roja me de dewam dike.

Geşedanên heyî pêvajoyê da fêmkirin. Eşkere kir ku pêvajoya ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan ji salên 90’î ve bi krîz û şerê kendavê ve destpê kir pêvajoyeke çawa ye û Sazûmaniya Cîhana Nû ku DYE’yê piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetan anî rojevê, sazûmaniyeke çawa ye. Me vê şerê weke pêvçûna di navbera pergala sermayeya yekdest a serneteweyî û statuparêziya netew-dewlete de pênase kir. Statuparêziya netew-dewlete û hişkbûna sînoran tevgera sermayeyê qel dikir û kedxwariyê kêm dikir. Pergala netew-dewlete ku modernîteya kapîtalîst di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de afirand, êdî pergala netew-dewletê dijberî sermayeya yekdestî a kûrewî derdiket ku zêdetir kedxwariyê bike. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo guhertina wê weke êrîşa sermameya yekdest a kûrewî destpê kir. Armanc dikir ku Statuparêziya netew-dewlete ku li Rojhilata Navîn hat avakirin parçe bike û rêya enerjî û bazirganiyê ya Hindistan-Ewropa ji nû ve ava bike. Li ser vê bingehe şerekî ku ji sala 1990’an ve sih û pênc sal in dewam dike heye.

DYE’yê di şerê Kendavê de 150 hezar leşker, sewqî Rojhilata Navîn kir ku navenda wan Siûdî bû. Armanc dikir ku ku Kendavê heta Îsraîlê kontrol bike. Li aliyekî di şexsê rêveberiya Saddam Huseyîn de êrîşî statuparêziya netew-dewlete dikir, li aliyê din jî bi wî re Kendavê dixist bin konrola leşkerî. Bi vî rengî Kendavê ji bo rêya enerjiyê vedikir. Saddam Huseyîn di sala 1991’an de li Bexdayê hat dorpêçkirin. Di sala 2003’an de Bexda hat dagirkirin û Saddam Huseyîn hat tasfiyekirin. Di sala 2001’an piştî êrîşa Bircên Cêwî, DYE’yê pêşî li Efxanistan û piştre li Iraqê êrîşên dagirkeriyê yên leşkerî kir, Efxanistanê bi dest xist û piştre jî Bexdayê bi dest xist. Di esasa xwe de rêveberiya Saddam Huseyîn di sala 1991’an de jî dikaribû hilweşîne, lê heta 2003’an nekir. Divê ev yek rast were fêmkirin. Ev jî hê bi qelsbûna serweriya DYE’yê re girêdayî bû. Yanî bandora DYE’yê ewqas tunebû ku li Rojhilata Navîn rêveberiya Saddam Huseyîn hilweşîne. Ditirsiya ku eger bikeve nava tîştekî wiha wê hêzên cuda sûdê ji valahiyê bigirin û pêşketinê çêbikin. Li rojhilat Îran hebû ku dikaribû vê bike û li bakur jî PKK hebû. Her du hêz eger wê demê li Bexdayê rêveberiya Saddam Huseyîn hilweşandiban, dikaribûn li ser Iraqê zêdetir bandor çêbikin, ji ber ku DYE qels bû û hêzên girêdayî DYE’yê hîna li Iraqê nebûn.

DYE’yê bi tifaqên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn çêkir, Şerê Kendavê birêve bir û bi hêza leşkerî û teknîkî ku sewqî Siûdî kir rêve bir. Ji ku bandora xwe pêş bixe û rê li ber bigire ku dijberên wî sûd ji valahiya di hilweşandina rêveberiya Saddam Huseyîn de negirin bi qasî 12 sal sekinî û li dijî Îranê li ser seheya Ereban bandora xwe pêş xist. Li dijî PKK’ê jî komploya navneteweyî pêş xist.

Bi ketina Bexdayê tirsa wî ya herî mezin ew bû ku PKK li Iraqê bibe hêzêke bi bandor. Ev teqez e. Têkiliyekî wiha ya pirsgirêka Kurd an jî têkoşîna li ser Kurdistanê bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re heye. Jixwe pirsgirêka Kurd di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û piştî wê derxistin holê. Encamên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in ku pirsgirêka ku em dibêjin Pirsgirêka Kurd derxist holê.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rasterast weke berdewamiya vê bi pirsgirêka Kurd û bi tevgera azadiyê ku li Kurdistanê pêş ket di nav hev de meşiya. Ev rewşeke ku divê rast were fêmkirin. Di esasa xwe de DYE’yê hê bi hilweşandina rêveberiya Saddam Huseyîn re biryara bingehîn a rêveberiya ku li Başûrê Kurdistanê ava kirin û Operasyona Hêza Çakûç ku ew ava kir ew bû ku PKK nekeve Başûrê Kurdistanê. Bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an jî li Rêbertî êrîşa hat kirin.

DYE’yê heta sala 2010’an di esasê de şerê çêkirina bandora xwe ya li derdora Kendavê kir. Bi awayekî Iraq dagir kir. Bi Siûdî û Misrê re têkilî danî. Pişre pêvajoya ku jê re ‘Bihara Ereban’ tê gotin, îşaret bi serdemekî girîng kir. Taybetmendiyên sereke ên Bahara Ereban têkoşîna civakan a li dijî dîktatoriyên netewperest bû. Nakokiyek wisa hebû. Pergala sermayeya kûrewî li ser bingeha berjewendiyên xwe xwest sûdê jê werbigire.

Tirkiye rasterast di nava vê pêvajoyê de bû. Dema DYE’yê êrîşên xwe yên li Rojhilata Navîn pêş dixist, beralî pênasekirina Stratejiya Sazûmaniya Cîhana Nû bû. Di esasa xwe de bi Projeya Rojhlata Navîn a Mezin rolek mezin dan Tirkiyeyê. Heta Tayyîp Erdogan got ku ew hevserokê Projeya Rojhlata Navîn a Mezin e jî. Di pêvajoya ku jê re ‘Bihara Ereban’ tê gotin de xwest herî zêde ew sûdê ji tevgerîna girseyan werbigire.

Pêşiya hêzên ku li Misir û Sûriyeyê birêxistin bûn, vebû û bilev ketin tevgerê. Bi rêvekirin û piştgiriya DYE re jî di gelak qadan de partî bûn û hatin ser desthilatdariyê. Li Misrê di hilbijartinan de bi ser ketin, li Sûriyeyê li dijî rejimê weke OSO birêxistin bûn. Heta sala 2015’an tifaqeke bi vî rengî ya DYE û Tirkiyeyê hebû.

Bi taybetî rewşa li Misirê ev yek xera kir. Tayyîp Erdogan xwest sûd ji rewşa heyî bigire û Projeya  Rojhilata Navîn a Mezin bike serweriya Ihvan-i Muslim, xwestin li her derê belav bikin û li her derê desthilatdariyê bigirin. DYE ji ber vê kete nava tirsê. Yê ku Ihvan-i Muslim jî ava kir DYE bû. Li Misrê li dijî bandora Yekîtiya Sovyetan ava kirin. El Kaide birêxistin kirin ku li Efxanistanê li dijî bandora Yekîtiya Sovyetan têbikoşe.

Di bingeha birêxistinkirina van hemûyan de têkoşîna pergala bi pêşengiya DYE ya li dijî Yekîtiya Sovyetan hebû. Projeya Nifşa Nû projeya astengkirina Yekîtiya Sovyetan bû ku ji bo nekeve behrên germ. Bi vî rengî di welatên cuda de bi awayên cuda birêxistin bûn. Tirkiye jî ji ber vê kirin nava NATO’yê. Tirkiye di rêxistinkirin û meşandina Tevgera Nifşa Kesk de roleke çalak lîst.

Pergala Modernîteya Kapîtalîst tirsiya ku Ihvan-i Muslim sûd ji derfetan werbigire û li ser tevahiya Rojhilata Navîn bandor bibe. Ew statuparêztiyek bû ku Ihvan-i Muslim xwest sûdê ji êrîşên pergala sermayeya kûrewî bigire. Wê demê xebatên wan ên bi Tirkiyeyê re ne bi temamî be jî qut bû.

Niha ji 7’ê Cotmehê û vir ve giranî didin ser Rojhilata Behra Spî. Di esasa xwe de ji sala 1990’î heta sala 2010’an êrîşên li ser kendavê û derdorê wê zêde bûn. Dema ku piştî sala 2010’an Sûriye kete rojevê, her nêzî Rojhilata Behra Spî bû. Îran ku xwe heta Lubnanê gihand û hat sînorê Îsraîlê, Hîlala Şîî ava kiribû, lê ji ber vê yekê Qasim Silêman bêbandor kirin.

Di encamê de 7’ê Cotmehê bi Şerê Xezeyê re pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Armac dike ku Rojhilata Behra Spî ji bo rêya enerjiyê guncaw bibe, paqijkirina rê bike, bi dest bixe û ewlehiya Îsraîlê pêk bîne. DYE’yê komkeştiyên xwe anîn Rojhilata Behra Spî. Weke ku di 2’ê Tebaxa 1990’an de piştî dagirkirina Kuweytê ji bejahî ve 150 hezar leşker anîn Siûdiyê, vê carê jî hêzên xwe yên deryayî anî Rojhilata Behra Spî.

Li wir bû hêza herî bi bandor a leşkerî. Rasterast êrîşên leşkerî jî bi destê Îsraîlê meşandin Hamasê ev şer da destpêkirin. Lê beralîkirina Erdogan teqez e. Me vê di destpêkê de got û pişte jî ji aliyê gelek aliyan ve hat piştrastkirin. Lê li Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û şirîkên wî hewl didin ser vê bigirin, bi vî rengî dixwazin zêdetir teşhîr nebe. Weke provokatorê sixûriyê tê bikaranîn.

DYE-Îsraîl ji bo êrîşa li ser Xezeyê amade bûn, lê hincetek pêwîst dikir. Ev hincet jî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de bû. Êrîşên DYE’yê yên li ser Rojhilata Navîn her tim bi vî rengî bûn. Mînak, di 2’ê Tebaxê de Saddam Kuweytê dagir kir, ev jî bû sedama şerê Kendavê. El Qaîde di 11’ê Îlona 2001’an de li Birca Cêwî xist û bû sedema dagirkirinên Efxanîstan û Iraqê. Her tim bi hincetên wiha dewam kir. Dîsa Putin tehrîk kirin û bû hinceta şerê Ukranyayê.

Êrîşên Hemasê jî zemîna êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê çêkir. Hin kes dibêjin ku MOSAD Hamasê beralî kir. Nîqaşên wekî MOSAD’ê ji bo qelskirina Rêxistina Rizgariya Filîstinê, Hamas ava kir, tên kirin. Ji ber ku ev aliyên ku nîqaş dijin ji DYE’yê jî hinek agahî digirin. Ev di nirxandinên Rêbertiyê de hene. Hamas ne hêzekê ku nedihat kontrolkirin û ne bi temamî dijberî Îsraîlê bû. Lê dîsa jî tayê bi Tayyîp Erdogan dan kişandin. Ev jî bû hincetek, Xezeyê ji holê rakirin. Şerê Xezayê girîng e. Di dîrokê de Quds û Xeza rastehev diçin. Bi dîrokî wiha tê gotin, ‘Bernameya li Qudsê ji Xezayê derbas dibe.’ Li Filistinê projeyek ku her ku diçe projeyeke ku bi temamî tasfiyekirina civakê hedef dike heye. Divê wiha bê dîtin. Niha dihêlin ku hinek civak bimînin lê dikarin piştre nehêlin, dikarin her ku biçe kêm bikin, ji ber ku gav bi gav dikin.

Piştre dora Lubnanê hat. Diyar kir ku bû wisa bibe. Tirkiye Îran û Hizbullahê ji bo şerê Îsraîlê tahrîk kir. Hesabê Tirkiyeyê ew e ku eger Îsraîl li Lubnanê bi Hizbullahê re şer bike, Îran jî wê rasterast bike şer, ji ber ku belav kirin ku Hamas rêxistina Îranê ye, xwest ji wê derê encameke bigre, lê Îran xwedî li Hamasê derneket. Ji ber ku ne wisa ye, Hamas Ihvan-i Muslimî ye, Îran jî rêxistina Şîî ye. Belê dibe ku Îran piştgirî dide komên Îslamî yên din, lê têkiliya AKP’ê ya bi Hamasê re ji ya Îranê xurtir e. Têkiliy<ên wan mezhebî ye, yanî îdeolojîk e.

Ji ber vê yekê zêde nekarîn Îranê bikin nava pevçûnê. Tirkiye hesab dikir ku eger Îran bikeve nava şer û hinek li ber xwe bide wê her du hêz hevdu hevseng bikin, her du jî wê bikevin zehmetiyê û muhtacê Tirkiyeyê bibin, bi her du aliyan jî têkiliya xwe bidomîne û bi vî rengî xwe li Rojhilata Navîn li ser vê pevçûnê bandora xwe bike.

Eger bê bîran, li Tirkiyeyê hemû marifeta Turgut Ozal şerê Îran-Iraqê bû. Eger ne ji şerê Îran-Iraqê ba li Tirkiyeyê Ozalîzm nedibû. Tê gotin, ‘Ozal aqilmend bû, aboriyê pêş xist!’, lê rastî ne wisa ne. Turgut Ozal hemû gerodeyên Tirkiyeyê ji ber şerê Îran-Iraqê hem ji Iraqê re hem jî ji Îranê re firot, ji ber ku her du jî nedikarîn bi kesekî din re bazirganiyê nedikirin. Têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re hebû, her du bi hev re şer dikirin. Li cihekî din nedikarîn tîştek bikirin, ew bazirganî hişt ku Turgut Ozal ewqas di desthilatdariyê de bimîne. Qaşo dibêjin  di aliyê aborî de xweşiyê aniye Tirkiyeyê, lê sedema wê weke ku me got e. Tayyîp Erdogan hesab dikir ku şerê Îran-Îsraîlê rewşeke wiha derxe holê. Lê wisa nebû. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê ji aliyê taktîk û tarzê ve ne wekî êrîşa li ser Xezayê bû. Zêdetir bi teknikê lêdan û têkiliyê qut kirin. Jixwe di nava Hizbullahê de bi tora sixûriyê têra xwe agahî hatibin komkirin û amadekirin. Di demeke kin de darbeyeke giran li Hizbullahê da. Weke ku Tirkiye hêvî dikir nebû. Rewşekî ku rê li ber şerekî demdirêj ên Îran-Îsraîlê veke û Îsraîlê qels bike nebû. Berovajî Hizbullah pir qels bû, ev jî şax û perê Îranê yanî mewziyê wî yê her xur şikand. Li ser vê yekê Îran li şûna pevçûnê zêdetir kete nava lêgerîna lihevkirinê, hêza wî ya ji bo pevçûnê nema. Ev rewş jî li Tirkiyeyê tirsek çêkir. Divê em vê bibînin. Dema wiha bû Tirkiye tirsiya, di esasa xwe de rewşa ku Hizbullah kete nava wê weke ku Îranê qels kir, AKP’ê jî bi awayekî cidî hejand û tirsand. Weke ku hesab dikirin nebû. Tirsiya ku Îran bêbandor dimîne, wê demê li herêmê rêya Îsraîlê bi temamî vebibe. Hewldanên Devlet Bahçelî yên ji 1’ê Cotmehê ve ji ber vê ne. Bandora darbeya ku Hizbullahê xwar ya li ser Tirkiyeyê rê li ber lêgerîneke wiha vekir.

Bi rastî jî divê mirov ji vê bawer bike; Dor hatibû Sûriyeyê û ji xwe agahî belav bûbû. Îran û Hîzbûllahê ji xwe li Lubnanê darbe xwaribûn. Lê belê pêvajoya Astanayê, li Sûriyeyê rê li ber pêvajoyeke tevlîhev vekir. Pêvajoyeke welê bû ku tifaqa Tirkiye-Rûsya-Îranê li ser Sûriyeyê ava kir. Ev yek bi xwe re pirsa ka dê pêvajoyek çawan li Sûrîya çê bibe û sistema sermayedariya cîhanî wê pêvajoyeke çawan bimeşîne, bi xwe re anî. Ji ber ku Rûsya di nav de bû û şerê Ûkraynayê jî hebû. Li DYE'yê Trûmp têk çû li cihê wî Bîden hat. Bîden biryara Trûmp a beriya niha ya vekişîna ji Efganîstanê tavilê xist meriyetê û şerê li Ûkrayna pêş xist.

Girîngiya eniya Ûkraynayê piralî ye. Rêya enerjiyê ya alternatîf a Rûsya-Çînê sabote kirin. Rêya herî kurt û kêrhatî ya çûna bi rêya bejahî, Çîn-Hîndîstan a ji bakurê Derya Reş ber bi Ewropayê ve ye. Ew rêya enerjîyê bû ku Parîs, Berlîn, Londonê bi hev ve girê dide. Bi şerê Ûkraynayê re sabote kirin. Projeya Çînê ya ‘Nifşek û Rêyek’ bû, dixwest bi rêya Rûsyayê pêk bîne û bi şerê Ûkraynayê re wan vala derxistin. Eger rewş bi vî rengî bûya, wê bandora aborî ya Çîn û Rûsyayê ya li ser Ewropayê gelekî zêde bibûya. Ew diketin rewşeke girêdayî. Heta astekê Elmanya û cihên din ji ber gaza xwezayî têkiliyên xwe bi Rûsyayê re saz kirine. Bi vî rengî wê bandora DYE'yê ya li ser Ewropayê qels bibûya. Macron weke bandora wan a leşkerî gotibû, ‘NATO ji aliyê mejî ve miriye’ û yanî diyar kirin ku pêwîstiya wan bi artêşeke nû ya Ewropayê heye. Di vî alî de di navbera Elmanya û Fransayê de lêgerîn hebûn. Ev hemû, bandora DYE’yê ya li Ewropayê qels dikir û ji ber vê berovajî kirin. Bi şerê Ûkraynayê re rêya enerjiyê sabote kirin û têkiliyên Rûsyayê yên bi Çînê re qut kirin. Bi zêdekirina Swêd û Fînlandiyayê NATO mezin kirin. DYE’yê bi vî rengî sûd wergirt. Li ser vê destketiyê û li ser zehmetiyên Rûsyayê di şerê Ûkraynayê de, êrîşên Îsraîlê yên li Rojhilatê Derya Spî pêk anî. Vê rewşê li Sûriyê jî rol lîst. Hilbijartina dawî ya Trûmp ev hê bêhtir bi biryar kir. Hin kes dibêjin, 'Bîden beriya ku wezîfeya xwe dewr bike, hewl dide tiştan bike', lê belê tam ne wisa ye. Belê, dibe ku DYE ne dewleteke gelekî bi kok be, dewleteke du sed salî ye, lê dewleteke sazûmankar e. Trûmp di hilbijartinê de bi ser ket û Bîden jî tişta ku Trûmp dibêje dike û nikare tiştekî dî bi cih bîne, ji ber ku ew rêveberî ye ku bi ser ketiye.

Ez dixwazim vê bêjim: Hilbijartina Trûmp bandoreke teqez li ser van geşedanên Li Sûriyê kir. Mînak rê li ber bazirganiya bi Rûsyayê re vekir. Trûmp di propagandaya xwe ya hilbijartinê de ev yek bi rengekî vekirî got. Di ser Ûkrayna û Sûriyeyê re bi Rûsyayê re bazarî kirin. Tişta herî krîtîk a li Sûriyeyê, rewşa Rûsyayê ye. Ew jî li Ûkraynayê di şer de bûn. Eger Rûsya di pozîsyona ferzkirina şer de bûya, wê bi vî rengî êrîşî Sûriyeyê nekiribûna. Li ser du tiştan bazarî kirin. Hilbijartina Trûmp ev muzakere hêsan kir û li hev kirin. Tê wê wateyê ku li ser Ûkraynayê jî li hev kirine. Niha jî wê formekê bidin.

Li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin. Nayê zanîn ka wê ji Rûsyayê re çi bimîne. Li ser Ukraynayê heta radeyekê li hev kirin. Dibe ku li Rojhilatê Deryaya Spî ji bo benderekê li hev kiribin. Dibe ku Rûsyayê ev ferz kiribe. Eger ferz nekiribe, ev yek nîşan dide ku Rûsya di rewşeke gelekî lawaz de ye. Ji ber ku ji hebûna xwe heta niha armanca wê xwe bigihîne Rojhilatê Derya Spî bû. Armanca Çarê Rûsyayê û armanca Yekîtiya Sovyetê jî ev bû. Ev bingeha stratejiya Rûsyayê ye. Bi lawazbûna desthilatdariya Beşar Esad re, piştî şerê 2010’an zêdetir bi xwe ve girêda û li wir ji xwe re cihekî vekir. Dibe ku dev jê bernede. Li wir teqez peymanek heye.

Wer xuyaye ku peymanek du alî heye. Wan hem li Rojhilatê Deryaya Spî û hem jî li Ukraynayê bazarî kirin. Peymana Ukraynayê di heman demê de bû peymaneke li ser Rojhilata Deryaya Spî. Rûsya jî xistin rêya enerjiyê. Girîngiya pevçûnên Sûriyeyê ev e. Ji ber ku Rûsya bi vî wayî tevgeriya, rêveberiya Esad neçarî paşde vekişînê kir û wateya girîng a ku rêveberiya Esad kir mijara bazarê ev e. Ne tenê pirsgirêka Sûriyê, pirsgirêka Rûsyayê ya li ser rêya Rojhilatê Deryaya Sipî jî çareser kirin. Ev tê wê wateyê ku Rûsya jî wê tevlî vê projeya rê bibe. Jixwe rêya bakurê Behra Reş bêbandor kiribûn. Niha nakokiyên wê yên bi Rûsyayê re dibe ku her ku biçe wê kêm bibe. Dibe ku Rûsya jî di ser Rojhilatê Deryaya Spî re di ser Sûriyeyê re tevlî vê bazirganiyê bibe. Bi vî awayî projeya rê xurtir dibe. Ev aliyê wê jî girîng e.

Dema ku sîstemê bi Rûsyayê re peyman çêkir, eniya din gelekî xurt bû. Metirsiya li pêşiya wan Rûsya bû. Piştî vê yekê kirin ew bi hêztir bûn. Bi vê baweriyê hêza ku dîsa bi dewleta Tirk re ji nû ve tifaqê çêbike ava kir. Bi rastî piştî ku bi Rûsyayê re li hev kir, xuyaye Tirkiye jî xistin nava projeya destwerdana Sûriyeyê. Eger bi Rûsyayê re lihevnekiribana, dibe ku Tirkiye jî tevlê nekiribana, ji ber ku pir nakok bû û nikarîbûn jê derbikevin. Piştî bi Rûsyayê re li hev kirin, rêya wan bi hêsanî hate vekirin. Çawa ku Tayyîp Erdogan li Xezeyê wek provokatorek sîxurekî bikar anîn, niha jî ji bo dewleta Tirk, rejîma Esad û rêveberiya Baasê, bi heman rengî weke provokator sîxur bi kar anîn. Bi rêya Îngilistanê têkilî danîbûn, Sekreterê NATO’yê herî dawî hat Tirkiyeyê, benê Hamasê bi destê Tayyîp Erdogan dan kişandin. Wan benê Beşar Esad jî bi Tayyîp Erdogan dan kişandin. Bi rastî jî bandora Tirkiyeyê di kişandina benê Seddam de hebû.

Kesên ku digotin, ‘Rêveberiya Esed di nav donzdeh rojan de çawa dikare were hilweşandin’ hebûn, lê piştî ewqas hevpeymanan helbet ev yek pêkan e. Ji ber ku desthilatdariya Baasê nemabû, Hîzbûllah-Îran-Rûsya hebû. Îsraîl lêxist, Hizbullah û Îranê derb xwarin. Rûsya jî derbasî aliyê din bû û ji bilî vekişînê tiştek ji Beşar Esed re nema. Tu şans û hêza wî ya li ber xwe bide tine bû. Dibe ku rojek-du rojek din jî li ber xwe bida, lê bieciqiya. Li şûna wê, wî radestkirina desthilatiyê li gorî berjewendiyên xwe dît. Pêvajo bi vî rengî bi lez pêş ket.

Dihate gotin ku geşedanên li Sûriyeyê wê Rojhilata Navîn û cîhanê bihejînin. Ji ber ku Îsraîlê jî ew rewş ava kiribû. Nîqaşa ku wê Îsraîl; piştî Hamasê wê li Hizbullah, Îran, Şamê bixe, gelo wê bi tundî bieciqîne, dihate kirin. Fêlbaz derketin û rol dan AKP-MHP'ê. Bi destê rêveberiya Tirkan ku xwe misilman dihesiband, dan hilweşandin. Têkiliyên Tirk û Ereban qut kirin û alozî zêde kirin. Nakokiyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de zêde kirin. Ev proje brê li ber vê yekê vekir. Eger bi alîkariya Îsraîl hewl bidana heman tiştî bikin, dibe ku ew qas bi ser nekevin, dibe ku berxwedan zêdetir bibûna. Eger DYE wiha bikira, wê nakokiyên cuda derketana holê. Berovajî, hûn bala xwe bidinê, ji bo nakokiyên Rojhilata Navîn pêş bikevin û nakokiyên zêdetir bikin, çi pêwîst be dikin. Ji vê re dibêjin polîtîkaya emperyalîzmê parçe bike û bi rê ve bibe û ev yek di pratîkê de tê jiyîn. Tişta ku em bi teorîkê dizanain di pratîkê de pêk tê. Divê ev yek were fêmkirin. Bi rastî jî parçe dikin û ji hev vediqetînin, wan tînin beramberî hev.

Eger derbasî Sûriyeyê û piştre jî Iraqê bibin, wê dora Qibrisê be. DYE par peymana leşkerî ya stratejîk bi Qibrisa Başûr re îmze kir. Îsraîl demek berê peymanek çêkir. Gelek caran bi rêveberiya Qibrisê re li Rojhilatê Behra Spî tetbîqatên leşkerî pêk tînin. Herî dawî Îsraîlê biryar da ku ji bo parastina hewayî ya başûrê Qibrisê sîstemeke mîna ya Îsraîlê ava bike. Elmanya û Emerîkayê jî heman tişt li Yewnanistanê kirin. Ji bo vê yekê Yewnanistan bi tevahî amade kirin. Wan li lîmanên xwe û bi F-35’an pergala ewlehiyê ava kirin. Niha bi hev re Qibrisa Başûr amade dikin.Wexta dor were Qibrisê, wê pirsgirêka Tirkiyeyê li wir were rojevê. Tişta ku ew dixwazin rasterast bi rêya Sûriyeyê bikin û bi riya Kurdan li Sûriyeyê bandoreke qismî bikin, dibe ku bi rêya Sûriyê nakokiyên bi Tirkiyeyê re kûrtir nekin, lê bi ser Qibrisê re wê li Tirkiyeyê bidin. Li wir wê pergal û Tirkiye bikevin nava nakokiyan, wê şer bikin, ji ber ku wê Tirkiye êdî nikaribe Qibrisa Bakur bigire. Qibrisa Bakur jî bixwaze bi Qibrisa Başûr re bibe yek. Dîsa jê re dibêjin qada behrê, li wir wê têkoşîn pêşbikeve û bikevin nava nakokiyan. Dibe ku pergal li ser Kurdan bi Tirkiyeyê re nekeve nakokiyê. Ji ber ku dizane Tirkiye di vê mijarê de pir hesas e. Eger ji wir bikeve nava nakokiyan, di siyaseta Tirkiyeyê de tiştek çênabe û nikare bandorê li kesî bike. Wê ji aliyên cuda ve bikeve rojevê, lê ji wir jî wê polîtîkayên din werin rojevê. Mînak wê di ser Qibrisê re bikeve, mesela wê bi riya enerjiyê bikeve. Ew ê faktorên cûda derxînin holê. Wê demê pirsgirêka Kurd wê were rojevê.

Ya rastî, dewleta Tirk ji vê yekê dizane. Di nêzîkatiya Devlet Bahçelî de wisa xuya dike, lê em tam nizanin, lê wisa dixuye ku Tayyîp Erdogan mudaxeleyî Devlet Bahçelî kiriye, ji ber ku Tayyîp Erdogan naxwaze, Tayyîp Erdogan tenê tiştekî dixwaze, ew jî heta mirinê li ser desthilatdariyê bimîne. Tayyîp Erdogan ne hewceyî tiştekî din e. Ne ol, ne nîjadperestî û ne tiştekî din heye. Jixwe ne Tirk e.

Ev pêvajo wê hinekî dirêj bidome, ji ber ku hewceyiya pergalê bi demê heye û tiştên ku kirine biherisîne. Mirov dikare bibêje tiştekî wiha wê kengî çêbike. Ji bo vê du tişt dikarin bên gotin. Yekem, ji bo fêhmkirina wan dem lazim e, lê ne li Lubnan, ne li Sûriye û ne jî li Iraqê sîstemeke mayînde nayê avakirin. Ji bo wê gavan diavêjin, lê eger statukoya Tirkiye û Îranê çareser nebe, sîstema nû ya Rojhilata Navîn ava nabe. Sîstema kapîtalîst nikare pergala xwe ava bike. Piştî ku wan hal kir dikare pergala xwe biafirîne, ji ber ku ew herdu jî dikarin vala derxin. Bi taybetî ger ev her du hêzên statukoparêz pêwendiyê bi hev re deynin bêhtir dikarin vala derxin. Di rewşa heyî de hewldanên wan bi vî rengî hene.

Ya duyemîn jî faktora PKK’ê heye. Em vegerin destpêka şerê bi navê Şerê Cîhanê yê Spyemîn û piştre yekser siyaseta li dijî PKK’ê dan meşandin. Çawa ku nîjadperestiya Tirk ji Kurdan ditirse, ji PKK’ê jî ditirse, ji ber ku sîstema modernîteya kapîtalîst wê her tiştî destê wan derxe û ji holê rake. Li hemberî Rêbertiyê dijberiyeke wan a wisa heye. Ew ji paradîgmaya Rêbertiyê ya heyî pir bi hêrs in.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de tiştekî wisa tinebû. Bolşevîkan di şevekê de hikûmetê girtin, şoreş kirin û berdewam kirin. Ji ber ku tu astengî li pêşiya wan nebû. Niha ne wisa ye. Ezmûna sed salên dawî heye û pergalê di vê mijarê de pir hestyar e. Nakokî û pevçûnên di nava pergalê de ji hev cuda ye, nakokî û pevçûnên bi pergala alternatîf û civakê re cuda ye. Dema nakokî û pevçûnên bi civakê re derdikevin pêş, nakokî û pevçûnên di nava xwe de li hev dikin. Ji ber vê yekê, bêyî ku PKK'ê qels bikin, bipelçiqînin, bikşînin nava xwe û nekarin alternatîfekê pêş bixin, ji bo wan zehmet e ku mudaxeleyî Tirkiyeyê bikin. Divê ev bê dîtin.

Di rastiyê de dewleta Tirk a heyî xuya dike ku ev yek hinekî fêhm kiriye. Li her derê diçe û dibêje 'teror ne tenê ji bo me, ji bo we jî xeternak e' tişta ku dibêje “teror” jî fikrên Rêber Apo ne. Di nava xwe de vê yekê nîqaş dikin û bi vî rengî piştgiriyê digirin. Ev rewş wê hinekî dirêjtir bibe, lê ne diyar e ka wê ev rewş heta kengî bidome.

Dixwazin bi êrîşan encaman bi dest bixin, lê dibe ku geşedanên din ên ku wê vala derxîne derkevin holê. Ev têkoşîn e, divê em stratejî, şêwaz, taktîkên xwe bibînin. Her ku em proje û êrîşên wan ên li ser vê bingehê têk bibin, em ê bi pêş ve diçin. Divê em têkoşîneke ku wan vala derxîne bi pêş bixin. Divê em li rewşeke ji nişka ve wan hilweşîne an jî lihevkirinek bi tevahî çêbike negerin, hêviyên wiha xelet in. Ne helwesteke wêrankerî rast e ne jî helweste lihevkirinê rast e. Divê em pêşbîniya têkoşînê bikin, divê em di nava xwe de hêz, vîn û israra têkoşînê bibînin. Ev yek wê gav bi gav bi têkoşînê pêk were. Ew ê derbekê li me bixin û hewl bidin me têk bibin, her ku em projeyên wan vala derxin, em ê bi hêz bibin û ew ê her ku biçe lawaz bibin.

Em dixwazin paradîgmaya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo vê jî divê rastiya têkoşînê, hawirdora nakokî û pevçûnê rast were naskirin. Dîktatorên Ewropayê jî hebûn, hilweşiyan. Yên Rojhilata Navîn jî hene. Divê hilweşîna Saddam Huseyîn biçûk neyê dîtin. Yên ku 35 salan li Rojhilata Navîn desthilatdar bûn, di demeke kurt de hilweşiyan. Ew nîjadperestên netew-dewlet, nîjadperestên mêtinger ên Ereb bûn. Ew ên ku hinekî nerm in didin jiyîn, mînak ew qralan zindî didin jiyîn. Niha bi vê nîjadperestiya statukoparêz a netew-dewletê re nakok in û pêşengê nîjadperestiya netewe-dewletê jî dewleta Tirk e. Ev pêvajo ji bo sîstemê bi zehmetî bi dawî bibe û di navbera xwe de lihevkirinekê bi zehmetî bibînin. Pêvajoya pevçûnê wê berdewam bike.