Tê gotin, gerdûn di destpêkê de hologram bû

Lêkolîneran dan xuyakirin, ku wan gelek delîl peyda kirine û li gorî van delîlan, gerdûn wextekê hologram bû.

Tîmek ji lêkolînerên Îngilîz, Kanadayî û Îtalyayî, lêkolînek di vî warî de kirin û encamên wê di kovara bi navê PhysicalReviewLetters de hate weşandin. 

Van lêkolîneran, teoriyeke kevn a weke 'Pîvana Holografî' tê naskirin, ji nû ve xistin rojev.

Fîzîknasên ku hewl didin nêrîna 'gerdûn di dema avabûnê de hologrameke mezin bû' piştrast bikin, ji wan heye ku qonaxên piştî teqîna weke Bîn Bang tê naskirin, gerdûn hologramek bû.

Li gorî vê yekê, bi sed hezaran sal piştî Bîn Bangê di qonaxên destpêkê de gerdûn ji du bûutan derbasî sê bûutan bû.

Tevî ku hin hene dibêjin; gelek bûutên din ên gerdûnê yên niha nayên dîtin hene, li gorî teoriya Bîg Bangê, gerdûn di encama reaksiyonên kîmyewî de hê berfireh bû.

Ev mekanîzmaya ku rê li ber firehbûnê vekir, hê baş nayê zanîn.

Li gorî pêşdîtinê, gerdûn piştî Bîg Bangê, bi lezeke bi qasî ya ronahiyê, ji perçeyê biçûktirîn ê atomê, ji nişka ve bû qasî gogek golfê.

Tevî ku zanyarên ev lêkolîn kirine dibêjin, gerdûn di qonaxên destpêkê de hologramek ji du bûutan bû, hê nayê zanîn bê çawa derbasî sê bûutan bûye.