NÛ BÛ

Serokkomarê nû yê Elmanyayê hate hilbijartin

Di hilbijartina îro ya li Desteya Hilbijartinê ya Federal a Elmanyayê hate kirin, bi piraniya dengan Wezîrê berê yê Karê Derve Frank- Walter Steînmerîer bi ser ket.

Di hilbijartina Desteya Hilbijartinê ya Federal (Bûndesversammlûng) de ku Serokkomariya Elmanyayê hildibijêre, Steînmeîer ji 1260 dengan 931 deng bi dest xist.

Zanyarê Sosyolojiyê Chrîstoph Bûtterwegge yê ku ji aliyê Partiya Çep (Dîe Lînke) ve weke namzet hate hilbijatin ji delegeyên partiya xwe zêdetir deng bi dest xist. Dîe Linke ya ku 95 delegeyên wê hebû, bi giştî 128 deng bi dest xist. Patiya Alternatîf Ji bo Elmanyayê (AFD) jî Albrecht Blaser ê endamê berê yê CDÛ’yê jî 42 deng bi dest xist. Namzetê Hilbijêrê Serbixwe (Freeîe Wahler) Alexander Hold jî 25 deng girt.

Partiya Dîe ya ku di sala 2014’an de bi parlemeterekê kete Parlementoya Ewropayê jî 10 deng bi dest xist.

Her çendî li Elmanyayê Serokkomarî di asta dewletê de li herî jor jî be, di rewşekî asta nûnertiyê de ye.