Cotkarên Polonyayê deriyên sînor ên bi Elmanyayê re dorpêç kirin

Cotkarên Polonî protestokirina rêziknameyên Peymana Kesk a Ewropayê û derhanîna berhemên ji derveyî Yekîtiya Ewropî didomînin. Du deriyên mezin ên sînor ên bi Elmanyayê re dorpûç kirin.

Cotkarên Polonî bi girtina du deriyên sînor ên mezin ên Swiecko û Gubinek re dorpêça li ser sînorê Elmanyayê didomînin.

Cotkar bi taybetî ji ber Peymana Kesk a Ewropayê û  derhanîna berhemên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê, astengiyên îdarî û hawirdorê yên ku pê re rû bi rû dimînin protesto dikin.

Berdevkê polîsên herêmî Marcin Maludy roja Duşemê got, “Dorpêç roja Yekşemê dest pê kir û dê heya êvara Çarşemê bidome."

Berdevkê polîsan got, "Her du rêyên otobana A2 hatine qutkirin.”

Cotkaran di dawiya meha Sibatê de deriyê sînor ê Slubice demek kurt dorpêç kiribûn.

Cotkarên ku ev çend hefte ne li Polonyayê çalakiyan li dar dixin, li seranserê welêt û deriyên sînor ên bi Ukraynayê re rê girtin. Tê payîn ku wezîrek Polonya roja Sêşemê bi cotkaran re bicive.

Komîsyona Ewropayê pêşniyara hin pîvanên hişk ên Polîtîkaya Çandiniyê ya Hevpar a nû (2023-2027) ku sala borî ketibû meriyetê, bên nermkirin an jî ji holê bên rakirin, kiribû

Tê payîn ku dewletên endam û endamên Parlamentoya Ewropayê li ser van pêşniyaran lêkolîn bikin, ji bo ku heya dawiya Nîsanê were pejirandin.

Polonya ji destpêka şerê Ukraynayê di Sibata 2022’an de yek ji piştgirên herî mezin ên Ukraynayê ye, lê têkiliyên her du welatan di mehên dawî de ji ber nakokiyên bazirganiyê xirab bûne. Bi taybetî vekirina sînorên Ewropayê ji berhemên çandiniyê yên Ukraynayê re,rê li ber nakokiyan vekir.