Organên medyayê yên ku hatin astengkirin li dijî Qesra Spî helwest nîşan dan

Li DYE’yê, Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer civîneke çapemeniyê pêk anî, nehişt ku nûnerên CNN, New York Tîmes, BBC û Los Angeles Tîmes tevlê bibin. Helwestên li dijî vê biryarê zêde dibin.

Sean Spîcer destûr nedabû ku organên medyayê yên navdar Polîtîco û Buzzfeed tevlî civînê bibin, ji bo helwesta xwe diyar bikin Assocîated Press û kovara Tîme li gel ku hatibûn vexwendin jî tevlî civînê nebûn.

Tê zanîn ku di navbera rêveberiya Donald Trûmp û hin organên medyayê de van demên dawî, ji ber sedema nûçeyên dijberê wî hinekî alozî hene.

’’JI BER NÛÇEYÊN KU KÊFA WÎ JÊ RE NEHAT TOLÊ DIHILÎNE’’

Gelek organên medyayê diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku bang li gelek organên medyayê nekiriye û gotin ev tolhilanîna ji nûçeyan e.

CNN’ê ku ku destûr nehate dayin tevlî civînê bibe got, ji bo ku rastiyên ne bi dilê wan hatine nivîsîn tol tê hilanîn.

Edîtorê New York Tîmesê Dena Baquet jî got heta niha gelek rêveberî hatine Qesra Spî lê heta niha ti astengiyên bi vî rengî çênebûne.

AP Û TÎME JI BO HEVGIRTINÊ TEVLÊ NEBÛN

Assocîated Press diyar kir ku bi mebesta hevgirtina bi organên çapemeniyê re wan nûnerê xwe neşandina Qesra Spî û hate gotin divê pêkan be ku organên medyayê xwe bigihînin Serokê DYE’yê. Her wiha kovara Tîme jî bi mebesta şermezarkirinê tevlî civînê nebûn.

Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî daxuyaniyek da û ev kirin bi zimanekî tund şermezar kir.

Di civînê de bang li NBC, ABC, Fox û CBS’ê hate kirin û her wiha balkêş bû bang li malpera nîjatperest Breîtbartê jî hate kirin.

Qesra Spî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got ti organa medyayê nehatiye astengkirin.