Li Îsraîlê qanûna li ser wargehên îllegal hat erêkirin

Parlamenta Îsraîlê (Kneset), qanûneke ku bi hezaran wargehên îllegal qanûnî dike, erê kir.

Li ser vê mijarê li Knessetê dengdan hat kirin. Di encama dengdanê de qanûna ku wargehên îllegal ên li xaka Fîlîstînê erê dike û ji bo avakirina wargehên nû herêmên nû dike malê cemaweriyê, hat erêkirin. Di dengdanê de 60 parlamenteran dengê 'erê', 52 parlamenteran jî dengê 'na' bi kar anîn.

Bi rêya vê qanûnê, zêdeyî 3 hezar 900 avahiyên li Şerîa Rojava hatine lêkirin, qanûnî dibe. Di heman demê de wê pêkan be ku ji bo avakirina wargehên nû, herêmên nû werin desteserkirin.