Li Elmanyayê li dijî Losemiyê perpûn hat pêşxistin

Hate ragihandin ku têkîldarî dermankirina pençeşêra xwîna ya bi navê Losemiya Lenfosîter a Kronîk (KLL) ku cureyê herî belavbûyî yê nexweşiya Losemiyê ye û tedawiya wê nehatiye dîtin, pêşketinek girîng çêbûye.

Hate diyarkirin ku di encama xebatên Klînîka Zanîngeha Tubîngen a Elmanyayê de perpûn gihiştiye merheleya ceribandinê. Di daxuyaniyê de ku ji hêla zanîngehê hat dayîn, hate diyarkirin ku perpûna ku tê payin gihayiyên bi vê nexweşiyê derman bike, dikare li gor taybetmendiyên nexweş bê rêkûpêkkirin.

Berpirsê Azmûna Klînîkê Helmût Salîh ê ku daxuyanî da, got wê perpûn sîstema parastinê ya mirov li dijî losemiyê hê çalaktir bike. Helmût Salîh bi lêv kir ku bi saya perpûnê wê losemiya KLL bê dermankirin û wê careke din di laşê ew ferdê nexweş de pêk neyê, destnîşan kir ku lêkolîn bêyî ti destekên darayî ji sanayiya eczayê bê wergirtin hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya Zanîngeha Tubîngenê, perpûn bi temamî bi xebatên li laboratûvarên klînîka zanîngehê pêk hatiye.