Li Efrîkaya Başûr di çalakiyên dijî penaberan de bûyer
Li Başûrê Efrîkayê van demên dawî êrîşên li dijî biyanniyan zêde bûn, bûyer ji kontrolê derketin û polîs ketin dewrê
Li Başûrê Efrîkayê van demên dawî êrîşên li dijî biyanniyan zêde bûn, bûyer ji kontrolê derketin û polîs ketin dewrê
Li paytexta îdarî ya welêt Pretorîayê li dijî biyaniyên ku ji Nîjeryayê û Efrîkayê tên xwepêşandan çêbûn, polîsan mudaxele kir.
Xwepêşandêran di van du heftiyên dawî de bi dehan malên ku penaber lê diman şewitandin û duh ber bi Wezareta Karê Hundir ve meşiyan. Bi hezarên kesên ku digotin penaber karê wan ji destê wan distînin, Nîjeriyan sûcdar dikin ku sûcan zêde dikin.
Tevahiya rojê li hin herêman xwepêşandan çêbûn, polîsan neçar man mudaxele bikin.
Di çalakiyê duh de li eyaleta Guetang ku Pretorîa û Johannnesbûrg jî girêdayî wir in nêzî 140 kesî hatin binçavkirin.
Serokdewlet Jacob Zûma têkildarî çalakiyan daxuyanî da û xwest ku kes xwe tevlî çalakiyên dijî penaberan neke.
Ji ber sedema çalakî û êrîşên dijî penaberan di navbera Nîjerya û Efrîka Başûr de krîza dîplomatîk çêbûbû.
Di êrîşên dijî biyaniyan de li welêt 2008’an 62 û 2015’an jî 7 kes miribûn.