Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî

Ji ber karesata lehiyê ya li başûrê Brezîlyayê hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî. Rayedaran bang li şêniyên herêmê kirin ku hîn venegerin herêmên di bin rîskê de ne.

Li eyaleta Rio Grande do Sul ku hefteya derbasbûyî baraneke zêde bariya, gelek mal di bin avê de man. Rewşa li herêmê hîn cidî ye.

Li gorî hejmara dawî ya Parastina Sivîl parve kir, hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî. Her wiha 128 kes winda ne, 372 kes jî birîndar bûne. Tê gotin, bîlançoya rasteqîn dibe ku hîn giran be.

Hate ragihandin ku zêdeyî 160 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. Rayedaran ji şêniyên herêmê xwestin ku ji ber ava bilindbûyî rewş li herêmê hîn bi rîsk e lewma li warê xwe venegerin.

Berdevka Parastina Sivîl Sabrîna Rîbas jî daxuyaniyek da çapemeniyê û hişyarî da ku 'Ji ber ava qirêj dibe ku nexweşî belav bibe'.

Paytexta herêmê Porto Alegre jî di nav de ba û bahozê bandoreke giran li zêdeyî 400 bajarokî kir. Li gorî pisporan pêwendiya vê yekê bi germahiya global û fenomena El Nîno heye.