BI DÎMEN

Jinên Efrînî bi rêya çandiniyê mîrateya xwe li koçberiyê jî diparêzin

Fela Îbrahîm, di nava baxçeyekî biçûk ê mala xwe de bi hêviya vegera li mala xwe ya li Efrînê, çandiniyê dike.

Jin di gihandina diyardeya civakî ya di nava civakê de xwedî roleke sereke ye, ji ber ku jin di hemû qadên wê de pêşeng bûn. Ev pêşketin bi jinbûn, comerdî û hevaltiya jinê ve ya bi xwezayê re girêdayî ye. Jinê ji bo çandiniyê gelek kar kiriye.

Jina Efrînî mînaka herî baş a vê yekê bû tevî koçberbûna bi darê zorê ya li herêmên Şahbayê, çanda xwe ya Kurdî û hezkirina xwe ya ji bo ax, çandinî û xwezayê parastiye.

Fela Îbrahîm yek ji jinên ku bi darê zorê koçberî herêmên Şehbayê bû. li gel zor û zehmetiyan jî debara xwe bi çandiniyê dike.

Fela Îbrahîm got: "Em ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi darê zorê ji bajarê Efrînê koçber bûn û em ber bi herêmên Şehbayê ve çûn. Di destpêka koçkirinê de em rastî gelek zehmetiyan hatin."

Fela Îbrahîm bal kişand ser girêdana şêniyên bajarê Efrînê bi ax û çandiniyê re û wiha got: "Di her malekê de û di her konekî de ku em dibînin bexçeyekî biçûk heye ku gel ji bo pêdiviyên xwe yên rojane datîne. Bi taybet jinên ku bi hezkirina xweza û çandiniyê ve mijûl bûne, çandiniyê weke jiyanê dibînin."

Fela Îbrahîm got, "Min niha her cure sebze li baxçeyê xwe yê biçûk çandine da ku aboriya xwe ya rojane geştir bikim. Çi zehmetî û astengî li pêşiya me bin jî, em ê her tim li ber xwe bidin."