Ji ber bombebarana Îsraîlê li başûrê Lubnanê nêzî 1,5 milyar dolar zirar çêbûye

Zirarên bombebaranên Îsraîlê ên li başûrê Lubnanê ku di nava 7 mehên derbasbûyî de di çarçoveya şerê li Şerîda Xezeyê de pêk hat, tê texmînkirin ku nêzî 1,5 mîlyar dolar e.

Ji roja 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê ku di navbera Îsraîl û Hamasê de şer dest pê kir û vir ve bi rojane di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbûllahê ku alîgirên Hamasê ne de şer diqewime.

Konseya Başûr ku saziya fermî ya ji bo nirxandina zirara li Başûrê Lubnanê berpirsyar e, texmîn dike ku "asta zerara avahî û saziyan ji destpêka şer heta destpêka meha Gulanê zêdeyî mîlyar dolarî bû."

DI BINESAZIYAN DE ZERAREKE MEZIN ÇÊBÛYE

Konseya Başûr texmîn dike lêçûna zirara mezin a li binesaziyan pêk hatiye bi qasî ‘500 mîlyon dolarî’ ye. Zirar bi giranî bandor li ser xizmet û rêyên bingehîn kir. Serokê Konseya Başûr Haşem Haydar ji AFP'ê re axivî û got, "Ji sedî 80’ê îstatîstîkan ji aliyê ekîbên me ve li qadê hatine komkirin.

Haydar, diyar kir ku Konseya Başûr agahiyên xwe yên li ser van herêman ji "endezyar, şaredar û wezîfedarên xwecihî yên hilbijartî wergirtiye."

ZÊDETIRÎ 93 HEZAR KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛN

Ji ber dijwarbûna topbaranê û xerabûna rêyên sereke, rojnamevan nikarin xwe bigihînin herêmên li ser sînor. Erkdarên tenduristiyê û rizgarker qala hilweşîneke mezin a li gundên bi temamî hatine terikandin dikin.

NY’yê di rapora xwe ya dawî de diyar dike ku li Lubnanê zêdebûna aloziyê bûye sedem ku zêdetirî 93 hezar kes ji cih û warên xwe bibin. Îsraîl îdîa dike ku binesazî û cihên Hîzbûllahê kiriye hedef, lê belê li gorî rayedaran bi hezaran xanî bi qismî yan jî bi temamî xera bûne.

BIKARANÎNA FOSFORA SPÎ

Bombebaran di heman demê de bandorê li erdê çandiniyê û zeviyên şêniyên herêmê dike. Lubnan Îsraîlê di şer de bi bikaranîna fosfora spî (çekên agir berdidin) ku qedexeye li dijî sivîlan were bikaranîn, sûcdar dike.

Rayedarên Lubnanê ji bo nirxandina zirarê li benda agirbestekê ne, lê belê welat ji sala 2019'an û vir ve di nava krîzeke aboriyê ya mezin de ye û ji bo pêvajoya tazmînatê nediyarî serdest e. Di nava 7 mehan de di şerê li dervî sînor de herî kêm 390 kes mirin. Li gorî agahiyên AFP'ê jî, li Lubnanê 255 endamên Hîzbûllahê û 77 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.