Li ser hevdîtinên aştiyê yên li Qûweytê tên meşandin, buroya Serokdewletê Yemenê Mansûr El Hadî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikûmetê biryar daye hevdîtinên bi milîsên Hûsî re tên kirin, bibire. Abdullah El Olaymî ku serokê heyeta hikûmetê ye got, ji ber ku mlîsên Hûsî yên Şîa biryar daye hikûmeteke paralel ava bikin, hevdîtin hatine birîn.
Hûsiyan û Kongreya Gel a Giştî ya bi serokatiya Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh duh dabûn xuyakirin, ku wan biryar dane 'Konseya Hikûmetê' ya ku hemû meseleyên leşkerî, siyasî û aborî bi rê ve bibe, ava bikin. Hatibû destnîşankirin, ku armanca konseyê, parastina welêt li hemberî xeteriyên ji Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê tê, ye.
Muzakereyên aştiyê yên li Qûweytê di meha Nîsanê de destpê kiribûn.