Zêdeyî 25 sal in Rêber Apo li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Mafê hevdîtinê yê bi malbat û parêzeran re bi temamî jê hatibû qutkirin. Di 23'yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin. Dewleta Tirk piştî hevdîtinê yekser tecrîd nû kir û carek din mafê hevdîtinê qut kir. Dewleta Tirk bi vê tecrîda li Îmraliyê re hem hiqûqa xwe ya hundirîn hem jî peymanên navneteweyî binpê dike. Em hemû dizanin ku dewleta Tirk bi xwe jî ev peyman îmze kirine. Dewleta Tirk ji bo ku li qada navneteweyî vê bêhiqûqiya xwe veşêre, hincetên mîna cezayên disîplînê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, nîşan dide.
‘PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI PEYAMA RÊBERÊ XWE DERKEVIN’
Endama Rêveberiya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nuha Omer ji ajansa me ANF’ê re axivî û da zanîn ku ruxmî 26 sal in Rêber Apo di zindana Îmralî de hatiye dîlgirtin û di bin tecrîdek giran de ye, tu aliyên peywendîdar nakevin tevgerê û sînorekê ji vê tecrîdê re na deynin. Nuha Omer got: “Heta niha tevahî binpêkirinên ne mirovî di derheqê Rêber Apo de tê kirin. Wek ku me di vê dema dawî de dît, dema birêz Omer Ocalan hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anî, Rêber Apo bi hemû hêz û îradeya xwe peyam ji gel re rê kir. Wateya vê peyamê pir mezin hebû. Rêber Apo di peyama xwe de got, ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Ev yek dide xuyakirin ku Rêber Apo tu car gavek bi paş da naavêje. Armanca dewleta Tirk ew e ku di şexsê Rêber Apo de Kurdan tune bike û hêviya wan a azadiyê qut bike. Lê her kes dizane ku hêza Rêber Apo ya analîzkirinê têrê dike ku vê rewşê veguherîne rewşek siyasî, hiqûqî û aştiyê. Wê demê nameya Rêber Apo ji bo gel bû cihê kêfxweşiyê û hêz girtinê. Gel bi nameya Rêber Apo hîn bêhtir têkoşîn û berxwedaniya xwe mezin kirin. Divê em bi hemû hewildanên xwe li pişta Rêberê xwe bin û xwedî li peyama Rêberê xwe derkevin.”
Nuha Omer da diyarkirin ku Rêber Apo ev rewşên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin, bi şerê cîhanê yê sêyemîn pênase kiriye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Hilweşîna rejîma Esad û geşedanên qewimîne, hemû jî di parêznameyên Rêber Apo de hatine analîzkirin. Hebûna Rêber Apo di vê rewşê de pir girîng e. Nêrîna Rêber Apo ji bo vê rewşê wê pir bi wate be, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn jî wê bi wate be. Çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye, lewma dijmin bi hemû hewldanên xwe dixwazin Rêber Apo di mejiyê gel de bidin jibîrkirin.”
‘FIKRÊ RÊBER APO JI SIYASETÊN QIRÊJ BI HÊZTIR E’
Nuha got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wan gelek çalakî û kampanya lidar xistine, ev çalakî jî ne tenê li ser asta Sûriyeyê ne, li ser asta giştî cîhanê ye. Nuha wiha pêl da axaftina xwe û got: “Me di her aliyê de çalakî lidar xisin. Her wiha çalakiyên me bi dawî nabin heta Rêber Apo ji zindana Îmralî derdikeve û em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Di heman demê de çalakiyên me beşek jê gihişt armanca xwe, beşek ji armanca me ew bû ku em rewşa Rêber Apo bizanin û bi riya vê kampanyaya cîhanî hevdîtin bi Rêber Apo re hat kirin û rewşa Rêber ji me re hat ragihandin. Lê dîsa jî hevdîtinek bi vî rengî têrê nake divê hevdîtin bi Rêber Apo re dewam bike û agahî jê neyê qutkirin. Dîsa jî dibêjim wê çalakiyên me dewam bikin heta azadiya Rêber Apo. Tevlîbûna gel tevahî bi awayek girse ye û ev yek diyar dike bê çiqas gel bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Doza Rêber Apo dozek cîhanî ye. Bandora îdeolojiya Rêber Apo li ser gelan heye û her kes fikrê Rêber Apo ji bo xwe kiriye hêmanek sereke. Rêber Apo bi nêrînên xwe rolek pir mezin lîstiye. Çiqas ku dijmin dixwaze vê yekê veşêre, lê fikrê Rêber Apo ji siyasetên an yên qirêj bi hêztir e. Dubare em dibêjin ku heta Rêber Apo azad nebe wê tu carî dawî li van siyasetên qirêj neyê û wê dewam bikin.”