Hamas: Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan derket 37 hezar û 598 kesan
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ragihand ku li Xezeyê hejmara mirovên ji aliyê Îsraîlê ve di şerê nêzî neh mehan de hatine kuştin derket 37 hezar û 598 kesan.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ragihand ku li Xezeyê hejmara mirovên ji aliyê Îsraîlê ve di şerê nêzî neh mehan de hatine kuştin derket 37 hezar û 598 kesan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê ve di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan gihişt 37 hezar û 598 kesan.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 47 kes hatine kuştin. Her wiha hat gotin ku ji destpêka şer û vir ve li Fîlîstînê 86 hezar 32 kes birîndar bûne.