Gelê Fransayê Serokkomarê xwe yê nû hildibijêre

Hilbijêrên li Fransayê, ji bo hilbijartina serokkomarê nû îro dengê xwe didin.

Ji bo hilbijartina Serokkomarê 11. ê Komara Pêncemîn, ku di sala 1958'an de hate ragihandin, 47 mîlyon hilbijêr deng didin. 1,3 mîlyon ji van hilbijêran li derveyî Fransayê dijîn.

Ji bo pêşî li derengketina ji ber cudahiya demê bê girtin, li hin herêmên li aliyê din ê deryayê, dengdanê duh dest pê kir. Dengdana li Fransayê jî saet di navbera 08:00-19:00 de tê kirin. Li hin bajarên mezin wê dengdan heta saet 20:00 dewam bike.

Li herêmên aliyê din ê deryayê; Gûadeloûpe, Gûyane, Martînîqûe, Saînt-Barthêlemy, Saînt-Martîn, Saînt-Pîerre et Mîqûelon û Polynêsîe Françaîse, dengdanê duh dest pê kir. Li Rêûnîon, Mayotte û Noûvelle Calêdonîe jî deng îro tê dayîn.

ENCAM WÊ JI SAET 20:00 Û PÊ VE BÊN EŞKEREKIRIN

Di vê hilbijartinê de ku bi giştî 11 namzet ji bo serketinê li ber xwe didin, 66 hezar 546 sindoq hatine danîn. Li Fransayê, hê mafê hilbijêran nîne ku bi rêya înternetê yan jî nameyê dengê xwe bidin. Hilbijêrên li derveyî welat jî, tenê ji bo hilbijartinê neçar in biçin lokalên hilbijartin.

Li Fransayê, ku di sala 2015'an de zêdeyî 230 ks ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û El Qaîdeyê jiyana xwe ji dest dan, 50 hezar polîs û 7 hezar leşker, ji bo ewlekariya hilbijartinê tedbîran digirin.

4 NAMZETÊN KU ŞENSÊ WAN HEYE JI TÛRA DUYEMÎN RE BIMÎNIN

Tê payîn, encamên hilbijartinê bi girtina sindoqan re piştî saet 20:00 bên eşkerekirin. Ji ber ku rêjeya dengên 4 namzetan gelekî nêzî hev e, pêkane encamên zelal di derengiya şevê de eşkere bibin.

Li gorî hemû anketên 2 mehên dawî, ji nava 11 namzetan namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen û namzetê lîberal-navendî Emmanûel Macron ji tûra duyemîn re dimînin. Rêjeya dengên van her du namzetan di navbera 22-25'an de xuya dike.

Lê belê rêjeya dengê namzetê çepgir Jean-Lûc Mêlenchon, di anketan de ji sedî 18 heta 20'an xuya dike. Namzetekî din ku şensê xwe heye ji tûra duyemîn re bimîne, namzetê Komargeran (LR) serokwezîrê berê Françoîs Fîllon e.

Serokkomarê niha Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst (PS), ku ji sala 2012'an û vir ve li ser wezîfeyê ye, ji ber polîtîkayên neserketî yên aboriyê, nebû bû namzet. Lê belê, tevî ku Hollande bi awayekî eşkere ranegihandibe jî, tê zanîn ku li şûna namzetê çepgir ê PS Benoît Hamon, piştgiriyê did namzetê lîberan Emmanûel Macron ku wextekê Wezîrê Aboriyê bû.