FARC û hikûmet wê bi hev re li dijî narkotîkê têbikoşin

Hikûmeta Kolombiyayê û tevgera gerîla FARC'ê, ku mohra xwe danîn binê peymana aştiyê, li dijî hilberîna koka ya li derveyî qanûnan, planeke hevpar pêşkêş kirin.

Ev bername, 40 şaredariyan û qadên ji 50 hektarî ku hilberîna koka lê tê kirin, eleqedar dike. Li Kolombiyayê, li gorî daneyên sala 2015'an, 98 hezar hektar qadên hilberîna koka hebûn.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ev welat di sala 2015'an de bi hilberîna 646 ton hilberînê re di hilberîna kokaînê de li gelemperiya cîhanê di rêza yekemîn de ye.

Rêveberiya Bogota ev 30 sal in li dijî kokayê têdikoşe. Bi vê armancê gelek rê û rêbazên zext û têkbirinê ceriband.

Bi bernameya FARC û hikûmetê re wê cotkar bên teşwîqkirin ku li şûna koka berhemên garis, kakao û ananas biçînin. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku alîkariyke ji 350 mîlyon dolarî bê kirin. Lê belê rewşa herî nû ya vê planê jî, hebûna gerîla ye.

Gerîlayên ku di asta bêçekbûnê de ne, wê tevlî vê planê bibin. Hikûmet û FARC, ku di meha Mijdarê de mohra xwe danîn binê peymana aştiyê, wê bi rêya vê hevkariyê li dijî narkotrafîkê têbikoşin.

Ji fermandarên FARC'ê Pastor Alape destnîşan kir, ku gerîla wê di teşwîq û bicihanîna planê de bi berpirsyarî rabe. Li şûna koka, berhemên bên çandin jî wê ji aliyê cotkaran ve bê diyarkirin. Ji bo vê jî wê li gorî şert û mercên avhewa û zeviyan bê nirxandin.

Armanca bingehîn a vê operasyonê başkirina mercên jiyanê yên gundiyan e, ku bingeha civakî ya tevgera gerîla ye.

Lê belê hikûmet û FARC di destpêkê de dixwazin, cihên ji gerîla vala dibin, nehêlin bikevin destê bazirganên narkotîkê.

PÊVAJOYA BÊÇEKBÛNA GERÎLA DEWAM DIKE

Li aliyê din, pêvajoya bêçekbûna gerîla dewam dike. Hikûmetê navê 'meşa dawî' li vê asta peymanê kiriye.

Gerîla wê di nava şeş mehan de pêvajoya bêçekbûnê biqedînin. Ji bo vê jî gerîla wê li 26 qadan bicivin. Bi vî awayî wê şerê zêdeyî 50 salan biqede.

Serokkomar Jûan Manûel Santos got, "FARC ber bi aştî û jiyaneke bêçek ve dimeşe." Meşa bêçekbûnê ya gerîla roja Duşemê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Aştiyê ya Bilind a Kolombiyayê hevkariyê dikin. 1300 ji 5800 şervanan gihîştin herêmên hatine diyarkirin.