Di Serokdewletiya Rûsyayê de Pûtîn bi ser ket

Li gorî anketa li ser encamên dengdanê, bi rêjeya ji sedî 87,8 Pûtîn di hilbijartina Serokdewletiya Rûsyayê de bi ser ket.

Vladîmîr Pûtîn ku 25 sal in li ser kursiya serokdewletiya Rûsyayê ye, li gorî anketa li ser encamên hilbijartinê bi rêjeya ji sedî 87,8 di hilbijartina Serokdewletiya Rûsyayê de bi ser ket.

Di hilbijartina Serokdewletiyê de ji bilî Pûtîn ji Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê, Mirovên Nû û Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê 3 namzetên din ketin pêşbirkê. Di rewşeke welê de ku namzet bê îdîa tevlî hilbijartinê bûn, dihate texmînkirin ku Pûtîn bi ser bikeve.