Di nava rojekê de 4 hezar penaber li Derya Spî hatin rizgarkirin

4 hezar penaberên ji peravên Lîbyayê berê xwe dan Ewropayê hatin rizgarkirin. Penaber bi 35 operasyonan hatin rizgarkirin.

Operasyonên li Derya Spî ji aliyê hêzên Ewlekariy Peravên Îtalyayê ve hatin meşandin. Tê gotin, 15 ji van operasyonan hê dewam dikin.

Endamên rêxistineke civaka sivîl a tevlî operasyonên rizgarkirinê bûn diyar kirin, roja Şemiyê 3 hezar mirov hatine rizgarkirin.

Berdevkê rêxistineke din a civaka sivîl jî ragihand, hezar kes hê li benda rizgarikrinê ne, lê belê ji ber ku li peravên Lîbyayê şev e û kapasîteya keştiyan tijî ye, ew nikarin tiştekî bikin.

Hat gotin, li ser 6 botên plastîk hîn jî mirov hene. Ji destpêka salê û vir ve, li Deryaya Spî bi qasî ku hate tespîtkirin 666 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 27 hezar kes hatin rizgarkirin.