Di meha Mijdarê de 216 hezar penaber derbasî Elmanyayê bûne

Li Elmanyayê di mehên havînê de ku rojê zêdetirî 10 hezar penaber derbasî welêt dibûn, hat ragihandin ku ev hejmar di meha Mijdarê gelekî daketiye.

Li Elmanyayê di mehên havînê de ku rojê zêdetirî 10 hezar penaber derbasî welêt dibûn, hat ragihandin ku ev hejmar di meha Mijdarê gelekî daketiye. Penaberên ku beşeke wan a zêde hewl didin derbasî welatên Skandînavya bibin, tê destnîşankirin ku şert û mercên hewayê û ji ber welatên Balkanan tenê destûr didin kesên li welatê wan şer hene sedema kêmbûna hatina penaberan e.

Berdevkê Rêxistina Polîs a Federal (Bundespolizei) di daxuyaniya xwe de got ku hejmara penaberên meha Mijdarê derbasî welêt bûne 216 hezar e. Berdev diyar kir ku beşek zêde ya penaberan hatine eyaleta Bavyera ya li sînorê Awûstûrya.

Li gor heman daxuyaniyê, ji mehên havînê ve rojane 10 hezar kes derbasî Elmanya dibûn, ev hejmar di serê meha Mijdarê bûye rojane 8 hezar kes. Lê ev hejmar di rojên dawî de ketiye navbera 2 hezar û 6 hezaran.

Tê zanîn ku beşek mezin penaberên tên Elmanya serlêdana îltîcayê nakin. Di navbera hejmarên serlêdana îltîcayê yên ji aliyê Daîreya Koçber û Pênaberan a Federal (BAMF) û yên polîsan daye xuyakirin de cudahiyên pir cidî hene.

Li gor BAMF heta dawiya Cotmehê 362 hezar serlêdana îltacayê pêk hatiye, ji van tenê hejmara 172 hezar penaberî di navbera mehên Tirmeh û Cotmehê ku koça penaberan gihiştibû asteke rekorê hatibû kirin. Lê di heman demê de hejmara rojane ya penaberên derbasî welat bibûn hatibû xuyakirin ku di navbera 8 û 10 hezaran de ye. 
Li gel vê jî, di kêmbûna hejmara pênaberên derbasî welat dibin de şertên zivistanê û sînordarkirina penaberên ku ji ser Balkanan dihatin bi bandor e. Bi biryara hikûmeta Makedonya, ji 10 rojan û vir ve tenê ji derbasbûyina penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê re destûr tê dayîn.

Bi heman şêwazî piştî Macarîstanê deriyê sînorên xwe girt, derbasbûyina penaberan ên ji welatên Sirbîstan, Arnavûtlûk, Kosova, Karadag û Bosna Hersek ên ne endamê YE jî zehmet bû. Li Slovanya ku endamê YE ye û penaberên ji Balkanan tê vê derê ji bo derbasbûyina transît bikar tînin, hikûmet biryar dabû ku tenê wê destûrê bidin derbasbûyina ferdên ji Sûriye, Iraq û Afganîstênê.