Li gori vê kesên ku ji bernameya IOM’ê sûd werdigirin,di ber alîkariya madî de qebûl kir ku li welêt vegere. Hejmara van kesan ji 1’ê Çileyê ve gihaye 3 hezar û 245 kesî. Li gorî daxuyaniya IOM’ê kesên ku ji bernameya vegerê sûd werdigirin ji wan kesan pêk tê ku ne xwedî mafê iltîcayê ne. Li gorî IOM’ê di nav van kesan de penaberên Fasî, Pakistanî, Efganî, Bangladeşî û her wiha Efrîkîyên Bakur û hemwelatiyên Asyayî jî hene
Di nav bernameya IOM’ê de ji bo penaberên ku li welatê xwe vedigerin di navbera 200- 700 Euro de alîkariyê distînin û ji bo kesên ku rewşa wan a aborî pir xerab e, bi mebesta ku bikarin entegreyî jiyana li welatê xwe bibin ev alîkarî digihije heya bi 5 hezar Euroyî jî.