Îran: Bi Erebistana Siûdî re ‘pêşketinên cidî’ hene

Rayedarekî Îranî diyar kir ku di diyaloga navbera Îran a Şîa û Erebistana Siûdî ya Sunî de ku du rikberên herî mezin ên Rojhilata Navîn in, ‘pêşketinên cidî’ hene.

Li gorî nûçeya Ajansa Îrna, Berdevkê Wezareta Karê Derve Saîd Hatîbzadeh ê di dema civîna Desteya Giştî ya NY ya li New Yorkê de ji rojanmevanan re daxuyaniyek da got: “Li Kendavê di mijara ewlekariyê de pêşketinên cidî hene.”

Berdevk li ser hevdîtinên di navbera herdu aliyan de ‘baş’ pênase kir, bang kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê bê ku mudaxeleyek biyarnî ya derve li ser were kirin, divê ji aliyê welatên têkildar ve bê çareserkirin.

Qiralê Erebistana Siûdî Salman Bîn Abdulazîz roja Çarşemê li Desteya Giştî ya NY’yê axivîbû û got: “Îran welatekî cîran e. Hêvîdarim ku muzakere encamên ku bi dest bên bidestxistin ku ewlekariyê pêk bîne, derkevin holê.”