'Zimanê Katalanî ji zimanê Kurdî re mînak e'

'Zimanê Katalanî ji zimanê Kurdî re mînak e'

Di demekê de ku li Tirkiyeyê nivîsandina makeqanûna nû û dadgehên Tirk di mijara statûya zimanê Kurdî de xetimîne, li Silêmaniyê li ser giringiya vejandin û jiyandina ziman, ji bo zimanê Kurdî mînaka zimanê Katalanî semînerek hate organîzekirin.

Di semînerê de rojnamevan-lêkolînerê Katalanî David Mesegver axivî û diyar kir ku ji bo zimanek ji holê ranebe divê teqez ew ziman bibe zimanê perwedehiyê. Mesegver got; “Di vê warî de zimanê Katalanî ji bo zimanê Kurdî mînakek baş û berçav e.”

Îro danê sibê li Qehwexaneya Kûltûrî ya Silêmanî semînerek bi navê vejandin û jiyandina zimanê Kurdî û ji bo zimanê Kurdî mînaka zimanê Katalanî pêk hat. Semînera ku ji aliyê Komeleya Kanedî-Kurdî ve hate organîzekirin de bi dehan rewşenbîr û rojnamevan beşdarbûn û rojnamevan-lêkolîner Davîd Mesegver weke axaftvan beşdarê semînerê bû.

Semîner bi xwendina sirûda netewî ya Katalanî û Ey Raqîb a Kurdan dest pê kir û beşdar ji bo bîranîna roja şehîdbûna Dr. Ebdûrrehman Qasimlo û hemû canfadayên tekoşîna gelan deqîqeyek rêz girtin.

ZAROK BI TIRKÎ, DAYÎK Û BAV BI KURDÎ

Rojnamevan-lêkolînerê Katalanî Davîd Mesegver semîner bi rê ve bir û bi mînakekê dest bi semînerê kir. Mesegver diyar kir ku dema ew li Bakûrê Kurdistanê bûye li malekê Kurdan maye û li wir bala wî kişandiye ku dayik û bav bi Kurdî dipeyivin lê zarok bi Tirkî dipeyivin. Mesegver got; “Berî li Katalanya jî rewş wiha bû. Ji ber zimanê dibistanan bi Spanî bû zarokan bi vê zimanî dipeyiviyan. Ji ber vê her diçû zimanê Katalanî wenda dibû. Lê belê niha rewş berovajiye. Êdî katalanî bûye zimanê dibistanan. Ji ber vê jî her diçe baştir dibe û zêdetir tê bikaranîn”.

Davîd Mesegver di dirêjahiya semînerê de behsa dîroka Spanya kir û got; “ji sala 1936’an heya 39’an li Spanya şerê navxweyî hebû. Nasyonalîstan û Komarperestan şer dikirin. Ji sala 1936’an heya 75’an dikdator Franco bû desthiladar. Di vê serdemê de 3 zimanên fermî yên Spanyayê yên weke Galîçî, Katalanî û Baskî hatin qedexekirin. Tenê zimanê Spanî weke zimanê fermî ma. Vê yekê bandorek neyînî li ser zimanên din kir û rûbirûyê asîmîlasyonê bûn. Lê belê piştî hilweşandina desthiladariya Franco her herêmekê statûya otonomiyê wergirt. Yekem tişt ew bû ku destûrek nû hate nivîsandin û zimanên qedexekirî bûne zimanê perewerdehiyê. Bi vê awayî zimanên qedexekirî ji metirsiya wendabûnê rizgarbûn”.

Mesegver diyar kir ku li seranserê Spanyayê bi giştî 12 mîlyon kes bi zimanê Katalanî dipeyivin û di berdewama axaftina xwe de jî behsa sîstema perwerdehiye kir û diyar kir ku ji bo yekkirina zaraveyan û rêziman xebat hatine meşandin û ev yek jî ji bo jiyandina ziman giring e.

Mesegver diyar kir ku ji ber Katalanî heya zanîngehê jî bi zimanê xwe perwede dibînin zimanê xwe ji bîr nakin û her wiha fêrî zimanê din jî dibin. Lê belê ger bi zimanê xwe perwerde nebînin dûre nikarin fêrî zimanê xwe bibin. Mesegver got; “ji bo zimanek bibe zimanê perwerdehiyê yekgirtina zarave û diyarkirina rêziman giring e. Ev yek ji bo zimanê Kurdî jî giring e. Lê belê di serî de zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê. Nexwe bi awayek din hûn nikarin zimanê Kurdî vejînin, bidin jiyandin û bikar bînin”.

Di dawiya semînerê de beşdaran li ser vejandina ziman, aliyên hevbeş ê çarenûsa zimanê Kurdî û Katalanî de pirs ji Mesegver kirin û li ser van mijaran nîqaş hate kirin.