BI DÎMEN

Roza Metîna: Em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin

Ji Komeleya Nivîskarên Kurd helbestvan Roza Metîna banga xwedîderketina li zimanê dayikê, ku parçeyek ji hebûna mirovan e, li Kurdan kir.

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Kurd helbestvan Roza Metîna işaret bi girîngiya nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê kir û got, "Gotineke xweş a Celadet Elî Bedirxan li ser ziman heye. Dibêje 'Zimanê min ê dayikê yê min e, yê mirovên din jî kincekî li min e'. Ji ber vê yekê weke nivîskarên kurd em bang li her kesî dikin ku xwedî li parçeyek ji hebûna derkeve."

Helbestvan Roza Metîna li ser xebatên Komeleya Nivîskarên Kurd agahî da ANF'ê û got, "Komeleya Nivîskarên Kurd di 4'ê Adara 2004'an de, li dijî polîtîkayên zext û zordariyê ya li ser ziman, ji bo pêşvebkirina wêje û zimanê Kurdan û Kurdî hîn bêhtir bi pêş de bibe, hat avakirin."

'LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ 200 ENDAMÊN ME HENE'

Metîna da xuyakirin, ku ji sala 2004'an û vir ve bi panel, festîval, şevên helbestan û komên xwendinê ve ew hewl didin nivîsandina bi zimanê dayikê teşwîq bikin û got, "Niha li Amed, Êlih û Mêrdînê şaxên me hene. Em amadekariyan dikin ji bo li Stenbolê jî şaxeke xwe vekin. Li van şaxên me bi giştî 200 endamên me hene. Piraniya van endamên me mixabin mêr in û helbestvan in. Ne tenê li Kurdistanê, li gelek bajarên Tirkiyeyê jî endamên me hene."

Metîna diyar kir, di bin sîwana komeleyê de wan gelek komîsyonên mîna Komîsyona Jinê, Zîndan, Wêjeya Zarokan ava kirine û her komîsyon li gorî xweseriya xwe, kar dike.

Roza Metîna ragihand, weke Komeleya Nivîskarên Kurd, ew bi Kurdî-Derê re jî xebateke hevpar dimeşînin û anî ziman, deriyê me li her kesên bala wan li ser ziman û wêjeyê hene, vekirî ye. Metîna got, "Gotineke xweş a Celadet Elî Bedirxan li ser ziman heye. Dibêje 'Zimanê min ê dayikê yê min e, yê mirovên din jî kincekî li min e'. Ji ber vê yekê weke nivîskarên kurd em bang li her kesî dikin ku xwedî li parçeyek ji hebûna derkeve."

...