Li mizgefta Diyanetê, AKP ji bo dengan pere belav dike

Li Creîlê li mizgefta Tirk û Ereban, AKP ji bo dengan, pere belav dike. Di bin navê Komeleya Alîkarî û Çandî ya Malbatên Tirk a Creîlê de, li cihê ku wek mizgefta DIYANET’ê tê bikaranîn, ji bo AKP’ê xutbe tê dayîn.

Li Creîlê li mizgefta Tirk û Ereban, AKP ji bo dengan pere belav dike.  Di bin navê Komeleya Alîkarî û Çandî ya Malbatên Tirk a Creîlê de, li cihê ku wek mizgefta DIYANET’ê tê bikaranîn, ji bo AKP’ê xutbe tê dayîn.

Rojên Înê, di tevayî pêvajoya hilbijartinê xutbeyên tên dayîn, bi banga dengdayîna ji bo AKP’ê derbas dibin.

Îna bihûrî, piştî propagandaya AKP’ê ji bo dengan 150 Euro dan gel. Ji gel re gotin: “Îro neçin kar, em ê pereyê we bidin we.”

Rojane heqdestê kesan esas girtin û di navbera 150-200 Euroyî de pere belav kirin.

Kesê nexwest navê xwe bide û di dema xutbeyê de li mizgeftê bû M.H, diyar kir ku wê rojê pere dane 50 kesî zêdetir.