Li Dûarnenezê ji bo gelê Kurd festîvala piştgiriyê

Li rojavayê Fransayê bajarê Dûarnenezê, ji bo bal bê kişandin ser terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd dimeşîne û krîza penaberiyê bê bibîrxistin, festîvalek hat lidarxistin.

Li rojavayê Fransayê bajarê Dûarnenezê, ji bo bal bê kişandin ser terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd dimeşîne û krîza penaberiyê bê bibîrxistin, festîvalek hat lidarxistin. Fransayî û Brotanyayî yên li Dûarnenez û bajarên derdorê dijîn, beşdarî festîvalê bûn. Di festîvala ku saet di 10:00 de li Place des Halles destpê kir de Şaredarê Poûldreûzîc Phîlîppe Ronarch, rojnamevan Laîtîtîa Gaûdîn û endama Meclîsa Biyaniyan a Nantesê (CNCE) ku di heman demê de endama Desteya Rêveber a Komeleya Welatiyên Cîhanê ye Zozan Oztekîn axivîn.

Di festîvalê de kurte fîlm hatin nîşandan û hunermend derketin ser dikê. Li qada festîvalê wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin û posterên li ser berxwedana Kobanê û Şengalê hatin daliqandin. Ji bo bal were kişandin ser terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Zozan Oztekîn di axaftina xwe de diyar kir ku berî demeke nêz ew li Bakurê Kurdistanê bû û bal kişand ser qedexeya derketina derve. Oztekîn da zanîn ku ew bêdengiya welatên Rojavayî li hemberî vê terora li dijî gelê Kurd fêm nake û destnîşan kir, ku ew li Ewropayê çiqasî bêdeng bin, her roj zarok û ciwan li Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve tên qetilkirin. Oztekîn da xuyakirin, ku ji ber hovîtiya dewletê, bajarên qedexeya derketina derve lê hat îlankirin ne kêmî Kobanê ne û anî ziman, ku gel li hemberî hemû barbariyan li ber xwe dide.

Şaredarê Poûldreûzîc Phîlîppe Ronarch jî krîza penaberiyê ya li Ewropayê nirxand û di vî warî de banga hişyarî û berpirsyariyê kir.

Rojnamevan Laîtîtîa Gaûdîn da zanîn ku heman piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve ew çûye Başûrê Kurdistanê, ji drama civaka Êzidî ya li Şengalê re şahidî kiriye û destnîşan kir ku bêparastina hiştina civaka Êzidî ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve, di nava civaka Êzidî de rastî nerazîbûneke mezin hatiye.

Gûadîn diyar kir ku pêşmergeyan nehiştine ew bi Êzidiyan re biaxive û anî ziman ku bi hatina YPG û komên din ên Kurd re, Êzidiyên xwe li çiyayê Şengalê girtin, kêm be jî ew ewle dîtin.

Gûadîn bibîr xist ku şerê herî mezin ê li hemberî DAIŞ û rêxistinên terorê ji aliyê hêzên PKK'ê ve tê meşandin û da xuyakirin, ku ragirtina navê PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Ewropayê de, moralê dide çeteyan.

Piştî axaftinan, helbestvanê Sûriyeyî Maram Al-Masrî helbestên xwe yên li ser jin û zarokên ketine bin tesîra şer, xwend. Festîval bi stranên komên cuda yên muzîkê bi dawî bû.

...