Li bajarê Dirbêsiyê yekîtiya mamosteyan hat sazkirin

Li bajarê Dirbêsiyê yekîtiya mamosteyan hat sazkirin

Li bajarê Dirbêsiyê Konferansa Yekîtiya Mamosteyan hat lidarxistin.

Li bajarê Dirbêsiyê bi pêşengiya Saziya Zimanê Kurdî, konferansa damezrandina Yekîtiya Mamosteyan hat lidarxistin. Konferans bi tevlîbûna gelek mamoste, rewşenbîr, xwendekar, oldar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk hat.

Di konferansê de endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axaftinek kir û damezrandina yekîtiya mamosteyan ji bo avakirina rêveberiya xweser weke gaveke girîng binav kir.

Endama Yekîtiya Star Selma Îbrahîm jî di axaftina xwe de bang li mamosteyên jin kir da ku di avakirina civaka azad de bibin xwedî roleke çalak.

Di konferansê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdê yên xwendekaran, û ji bo pêşxistina perwerdeya bi Kurdî, meclîsa yekîtiya mamosteyan ya ji 9 kesan pêk tê, hat hilbijartin.