Ji Orkestraya Rîtma Xwezayî kêliyên bextewar

Ji Orkestraya Rîtma Xwezayî kêliyên bextewar

Orkestraya Rîtma Xwezayî ya ku ji Xendekarên Beşa Zarokan a Konservatuara Bajar a Aram Tîgran û zarokên taxa Şehîtlîk ku konservatuar li wir e, bi giştî ji 75 zarokan pêk tê demên bi coş bi gel da jiyîn.

Di çarçoveya Yekemîn Rojên Hunerê ya Konservatuara Bajar a Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin de ekîba folklor û Orkestraya Rîtma Xwezayî derket ser dîkê. 75 zarokên ku temenê ewan di navbera 7-14’an de diguherî demê bi coş bi gelê Amedê da jiyîn.

Orkestraya Rîtma Xwezayî ya ku satil, kutî, karton, şuşe, dulik, quşxane, sênîk, kevçî û klavye ji xwe re kirine estruman bi anonsa ‘Bila Heskîf di bin avê de nemîne, bila rîtma xwezayê xera nebe, werim em bi hevre deng bidin rîtma xwezayê’ derketin ser dîka Şanoya Bajar.

Midûrê Konservatuarê Şêrko Kanîwar ku orkestra bi rêvedibir, bi strana Aram Tîgran a bi navê ‘Zimanê Kurdî’ der pê kir. Orkestraya Rîtma Xwezayî ku stranên ji xwe xweştir vegot, kesên kut evli konserê bibûn demê bextewar derbas kirin.

Piştî vê ekîba folklorêya konservatuarê bi cil û bergên xwe yên gelerî derketin ser dîkê.