Ji bo hejar û penaberan parsektî bê feyde ye

Ji bo hejar û penaberan parsektî bê feyde ye

Şîrketa bi navê Persodesign konseptek nû ya bazirganiyê pêş xist. Dê parsektî ji şermdirêyê derbixista û vê yekê jî vebiguheranda pîşeyekî. Ji bo endaman peyda bike îlan da rojnameyan. 36 kesan ji bo şîrketê serlêdan kirin û roja Şemiyê li ser cadeya herî qelebalix a Stochkolm Drottingatanê dest bi parsektiyê kirin. 19 jin û 17 mêr ên ku temenê wan di navbera 9 û 73 salan de ne, hewl dan li ser cadeya ku zêdetirê 100 hezar kes têre derbas dibin pere kom bikin.

Ev bûyer bala çapemeniya Swêd û hin welatên biyanî kişand û rê li ber gotûbêjan vekir. Hat fêmkirin ku ji bo polîtîkayên lîberalên nû bikişînin, ev yek projeya hunerî ya hunermendên Swêdî Carina Reich û Bogdan Szyber ye.

Me bi hunermend Carina Reich re der barê proje û encamên wê de hevdîtinek pêk anî. Hunermendê da zanîn ku her ku diçe parsektî di nava civakê de belav dibe, wan xwetine ku balê bikişînin ser vê yekê û encamên ku polîtîkayên neo-lîberal bi xwe re tînin.

“TITUS ANDRONICUS” A SHAKESPEARE

Reich diyar kir ku wana berhema trajîk a nivîskarê navdar ê Înglîz William Shakespeare “Titus Andronicus” nirxandine û projeyek sê salî ya ku ji mijarên bawerî, şerm, sucdarî û tolhildanê pêk tên, amade kirine û da zanîn ku ew ê di çarçoveya projeyê de bi rêbazên cûda parsektiyê bînin rojevê.

Hunermendan encamên destpêkê yên projeya xwe nirxandin û xwe gihandin vedîtinên girîng. Ji vana 9 kesan ji bo guhertina cîhanê; ji bo alîkarî bidin hejar, zarok û kesên ji şer ziyan dîtine, 8 kes jî ji ber pêwîstiyên xwe yên şexsî; pêlavên zivistanê, berçavk, 7 kes jî ji bo bikarin xaneyek peyda bikin, 6 kesên din jî ji bo bikarin xwendina xwe bidomînin, parsektî kirine. Kesek ji bo hilweşandina dewletê, kesek jî ji bo protestokirina mezaxtinê civakê, 3 kesên din jî ji bo peydakirina xwarinê hewl didin pere kom bikin.

HERÎ ZÊDE PARSEKÊN SWÊDÊ PERE WERDIGIRIN

Herî zêde (421) jina Swêdî ya 60 salî ya ku dixwaze diranên xwe çêbike kom kiriye. Piştî zilamê 45 salî yê dixwaze ji bo zivistanê gocuekek bikire, piştî wê jî keça ciwan a ku dixwaze ji bo rojbûna dapîra xwe diyariyek bikire, kom kiriye.

Yên ku herî kêm pere kom kirine, 10 kesên ku bê mal û hewl didin jiyana xwe bi parsektiyê bidomînin. Ji rewş û halê wan diyar e ku evane hemû biyanî û penaber in. Cota ku li Romanyayê hatine xapandin û berê wan dane Swêdê û niha dixwazin vegerin, lê pereyê wan tune ye, tenê 53 krkon kom kirine.

Reich der barê vê tabloyê de ev şîrove dike; “Pereyê herî kêm kesên ku pêwîstiyek wan a şênber, ya dixwaze diranên xwe çêbike, yên ku dixwazin kinc ji xwe re bikirin, kom dikin. Gel bi rastî jî kesên ku di warê civakî de hatine qewirandin û tenê ji bo zikê xwe têr bikin parsektiyê dikin ji nedîtî ve tên. Ji bo hejar û penaberan parsektî bê feyde ye.”

Parsektî ji bo şîrketê jî zêde feydeyek xwe çênebûye. Reich ragihand ku wana ji bo îlan û pereyê parsetiya kesên parsek 96 hezar kron dane, lê dîsa jî tenê karîne 1577 kron qezenç bikin.