Di bin sîha qedexeyan de hûner!

Li Farqînê ji bo zarokên ji pevçûnên ji ber qedexeyên kolanan bandor dibin aktîvîteyên cuda tên lidarxistin.

Li Farqînê ji bo zarokên ji pevçûnên ji ber qedexeyên kolanan bandor dibin aktîvîteyên cuda tên lidarxistin.
Di şahiyên zarokan ên pêşengiya wê Navenda Çandê ya Zembîlfiroş dike de aktîvîteyên wêne, şano û skeç tên pêşkêşkirin. 

Hate dîtin ku piştî êrîşên dewletê yên li Farqînê zarokên di atmosfera pevçûnî de man travma derbas kirine. Heta niha li bajar pedagog ti xebatan nameşînin, Di pêşengiya Navenda Çandê ya Zembîlfroş, Meya-Jin û Ma-Per de zarok li taxên Mescît, Konak û Tekelê tên cem hev, aktîvîteyên cur bi cur li dar dixin.

Aktîvîteyên wek şano, skeç, wêne û lîstikên drama ji bo zarok karibin travmaya qedexeya kolanan û dengê çekan ji ser xwe bavêjin pêk tên. Têkîldarî mijarê xebatkarê Navenda Çandê ya Zembilfiroş Fesîh Çetînkaya axivî, diyar kir ku aktîvîteyên têkîldarî zarokan xwedî bandorek demdirêj in.

Çetînkaya destnîşan kir ku atolye wê bi taybet li her 3 taxên pevçûn lê giran bibûn bên vekirin, wiha got: “Li Farqînê gelek caran qedexeya kolanan pêk hat û ji ber dengê çekan zarok bi awayekî psîkolojîk bi bandor bûn. Niha ji bo ev zarok bên rehabîlîtekirin û ji milekî din jî karibin adapteyî jiyana rojane bibin em ê hewl bidin wan bi aktîvîteyên hunerê yên şano, wêne û drama re bînîn cem hev. Di bernameya me de xebatên Kurdî-der ên li ser zimanê Kurdî jî hene. Me kiriye hedef ku em di rojên pêş de li taxên Konak, Mescît û Tekêlê atolyeyan vekin.”