TJK-E'yê dest bi kampanya şandina nameyan ji bo CPT kir

TJK-E'yê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan a ji bo CPT kir. TJK-E'yê got, "Em ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin."

JI TJK-E'YÊ KAMPANYA NAMEYAN

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye û hewl tê dayin ku bê îzolekirin. Zêdeyî 3 sal in bi kiryareke ku mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin, destûr jê re nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne."

'JI BER BÊBERPIRSYARIYA CPT GIRTÎGEH VEGUHERÎNE NAVENDÊN ÊŞKENCEYÊ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku xwedî erka çûyîna Girava Îmraliyê ye, ne tenê têkildarî kiryarên antî demokratîk ên li welatên Ewropayê her wiha têkildarî kiaryên li Tirkiyeyê jî bi erka xwe rabe û bike ku dawî li van kiryaran bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber nêzîkatiya xumamî ya CPT, girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navendên êşkenceyê. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, raporên rasteqîn bi raya giştî re parve bike û bike ku tifaqa AKP-MHP a faşîst ku berpirsyarê van pirsgirêkan e bê darizandin. Divê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên antî demokratîk bîne ku ji ber têkiliyên dîplomatîk ên welatên Ewropayê bi vî rengî tevdigere û li aliyê têkoşîna mafên mirovan bisekine."

WÊ BI RÊYA SAZIYÊN JINAN NAME BÊNE ŞANDIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em ê 19'ê Nîsanê ji Ewropayê destpê bikin û bi rêya saziyên jinan nameyan ji CPT re bişînin. Bi rêya nameyên ku her roj ji bajarekî cuda bêne şandin, em ê daxwaza xwe bînin ziman ku mafên hiqûqî û qanûnî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne radestkirin, tecrîda mutleq bê rakirin û dawî li polîkîkaya îzolasyonê ya 25 salan bê anîn. Em ê erk û berpirsyariyên CPT li bîra wê bixin û bikin ku li aliyê mafên mirovan helwestê nîşan bide. Em careke din destnîşan dikin ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û bang dikin ku di pêngava azadiyê de têkoşîn were mezinkirin."