Sîstem xweseriya demokratîk sîstemeke nedewletî ye. Ev pênase bi tenê bes e ji bo ku em fam bikin ku ev sîstem ne beşek e ji sîstema modernîteya kapîtalîst û kesên ku bixwazin vê sîstemê fam bikin, divê xwe ji zihniyeta netewe-dewlet û desthilatdariyê rizgar kiribin. Mirov nikare bi berçavka neteweperestî û desthilatdariyê li vê sîstemê binêre. Ev sîstem pişta xwe bi îradeya azad a takekes û azadiya civakê girê dide. Xweseriya demokratîk demokrasiya radîkal rasterast wek hêza sîstemê ya bingehîn û dînamîk qebûl dike
Sîstemek e ku pişta xwe bi burokrasiyê girê nade. Sîstemeke xwebexş e û her kes bi qasî hêz û karîna xwe beşdarî pêşxistina sîstemê dibe.
Di rêxistinkirina civakê de pişta xwe bi sîstema komîn û kooperatîf û karên hereweziyê girê dide. Kes li derveyî rêxistinê namîne. Her kes li hember jiyan, debar, xweparastin û rêvebirina gel berpirsyar e. Pişta xwe bi qanûnan girê nade û rêzikên exlaqî yên hevbeş ên civakê û normên mafên mirovan û azadiya jinan bingeh werdigire. Jineolojiyê wek zanista azadiyê ji bo xwe bingeh werdigire û li hember zihniyeta desthilatdariya mêran tê dikoşe.
Xweseriya demokratîk jinan û ciwanan wek hêza guherînê ya serekî û pêşeng dibîne. Xwe ji bikaranîna tundûtîjiyê dûr digire. Di çarçoveya hêza parastina rewa de parastina gelekî wek bingeh werdigire, li hember her cure êrişan parastina rewa dikeve pratîkê û xwe diparêze.
Sîstema xweseriya demokratîk sîstemeke ekolojîk e, civakê wek beşeke siruştê dibîne û hevsengiya navbera civak û siruştê xaleke din a vê sîstemê ye. Her çalakiyeke aboriyê divê ekolojîk be.
Aborî ne li ser bingeha sîstema fînans û qezenca şîrketên qerase ye, berevajî vê yekê di çarçoveyeke komînal de bi rê ve dibe.
Di warê rêxistinkirina civakê de civak ji jêr ber bi jor tê rêxistinkirin. Di rêvebirinê de tenê ji ber pirsgirêka wekheviya zayendî pişta xwe bi sîstema hevserokatiyê girê nade. Ji ber ku pirsgirêka wekheviya zayendî pirsgirêkeke madî ye û di çarçoveya hevsengiya madî de li pirsgirêka jinan dinêre. Pirsgirêka jinan pirsgirêkeke civakî ye û têkildarî azadiyê ye. Lewma jî hevserokatî di hemû beşên xebatê de wek prensîbeke serekî tê dîtin.
Sîstema xweseriya demokratîk pişta xwe bi têkiliya navbera çînên civakî girê dide. Ji dîplomasiya dewletan û hêzên serdest zêdetir girîngiyê dide rola rewşenbîran û damezrandina akademî û kesên akademîsyen.
Xweseriya demokratîk yekperestî û zihniyeta oryantalîst wek nexweşiyên sîstema lîberalîzmê dinirxîne. Lîberalîzmê wek mezhebeke sîstema kapîtalîst dibîne ku bi rêya yekperestiyê civakîbûn bê wata û bê naverok kiriye.
Lli hember demokrasiya lîberalîst a sîstema modernîteya kapîtalîst demokrasiya radîkal wek têkoşîna herî binirx dibîne.
Di pirsgirêkên civakî de pişta xwe bi sîstema edaleta civakî girê dide. Sîstema xweseriya demokratîk pişta xwe bi rastiya dîrokî ya gelan û dewlemendiyên çandî yên civakan girê dide. Pirsgirêka sînor wek pirsgirêk nabîne. Çinku ev sîstem li ser bingeha neteweyî, dînî, mezhebî, çînî û zayendî xwe rêxistin nake. Civakîbûnê wek merca esasî ya civakîbûna civakê pênase dike. Ev yek jî bes e ku hemû civak xwe di nav vê sîstemê de bibîne.
Li şûna neteweperestiya netewe-dewletan welatparêzî û xizmeta xwebexşane wek bingeh werdigire. Neteweperestiya îro bûye çavkaniya serekî ya şerê navbera neteweyên cuda û sîstema modernîteya kapîtalîst neteweperestiyê wekî şêrpence belav dike.
Di warê civakî de pişta xwe bi şîrovekirina dîroka nivîskî û nenivîskî û pêşveçûna civakîbûna mirov girê dide. Bi gotineke din ji bo ku civakeke demokratîk û azad ava bike, divê girîngiyê bide cih, dem, mezinbûn, hilkişîn û dakişîna civakan. Sîstema xweseriya demokratîk netewebûnê wek beşeke forma civakî ya mirov dibîne û ew fikra ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe di avakirina netewe-dewletan de dibîne û pişta xwe bi aborî, sînor, ziman, cografyaya etnîkeke taybet girê dide, red dike û netewebûnê wek formek ji formên teşegirtina civakan dibîne.
Sîstema xweseriya demokratîk mantiqê zayendparêziya civakî red dike û vê zihniyetê wek berhema desthilatdariya mêran pênase dike. Ji ber ku zihniyet û mantiqê zayendparêziya civakî pişta xwe bi çîn û mantiqê desthilatdariyê girê dide. Zihniyeta desthilatdariyê û zihniyeta neteweya demokratîk wekî du rûyên robarekî ne ku berevajî hev diherikin.
Di asta neteweya demokratîk de konfederalîzma demokratîk, di asta herêmî de konfederalîzma demokratîk a gelan û di asta cîhanî de jî konfederalîzma demokratîk a cîhanî wek çarerêya pirsgirêk û aloziyên cîhanê dibîne.