Feraseta Jiyana Azad

Dema ku hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên statukoparêz ên li herêmê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî gelên bindest şerên qirkirinê pêk tînin, ma têgeheke weke ‘aşitîyê’ ji bo famkirina pêvajoyê bes e?

Rewşenbîr, nivîskar, parêzer, werzişvan, hunermend û hilbijartiyên Fransayê; 13’ê Çileyê roja ku bang kirin ku di konferansa Fransa û Marsîlyayê de ji bo aştiya li Kurdistanê kom bibin, dewleta TC’yê ya faşîst Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bombebaran dikir.

Helbet weşandina belavokeke wiha girîng e; Ji ber ku rejîma faşîst a Tirkan qirkirina Kurdan bi israr li pêşîya hemû cîhanê didomîne û dixwaze bidomîne. Dewleta Tirk ku Şerê Cîhanê yê 3yemîn ê li herêmê ku her diçe berfirehtir dibe, bi kar tîne û plana xwe ya qirkirin û koçberkirina gelê Kurd her roj didomîne.

Tevî vê yekê dostên gelê Kurd jî ji bo eşkerekirina vê plana qirêj a dewleta Tirk a faşîst, biryar didin ku di 13'ê Çileyê de li Marsîlyayê bi boneya banga 'Ji bo Kurdistanê em bibin dengê aştiyê' konferansekê li dar bixin. Helbet bang û çalakiyeke wiha pir hêja ye. Hewce ye hemû kesên ku danezan îmze kirine ji ber helwesta wan ya birûmet bên pîrozkirin. Ji ber ku li ber çavên hemû cîhanê gelekî dêrîn tê qirkirin.

Di vê çarçoveyê de gelê Kurd bi çalakiyên xwe têkoşîna xwe  berfirehtir dike, hem jî dostên gelê Kurd li seranserê cîhanê di nava çalakiyan de ne û li dora felsefeya Rêber Apo tên li ba hev. Her ku Rêber Apo nas dikin, gelê Kurd û Kurdistan zêdetir tên naskirin.Her wiha pirsgirêka ku weke pirsgirêka kurd tê binavkirin, pirsgirêka bingehîn a mirovahiyê ye û baştir tê fêmkirin. Dostên gelê Kurd her ku diçe zêde dibin, ev jî bi awayekî şênber nîşanî me dide ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê têkoşîneke mafdar e. Yên ku pirsgirêka Kurd derxistine jî her çend bi hemû hêza xwe hewl didin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê terorîze û krîmînalîze bikin jî, ev hewldan roj bi roj pûç dibin.Her çend hewl didinTêkoşîna Azadiya Kurdistanê sînordar bikin jî, rewşeke berevajî wê rû dide. Mirovahiya bindest a cîhanê, sosyalîst û rewşenbîr Têkoşîna Azadiya Kurdistanê êdî weke têkoşîna xwe dibînin. Bi awayekî mafdar jî li dijî faşîzm û mîlîtarîzmê derdikevin. Êrîşa ku li dijî gelê Kurd tê kirin, her wekî li dijî xwe dibînin.

Her wiha mijareke girîng jî ev e: Di roja me ya îroyîn de hewce ye ku  mirovahî di ramanê de kûr bibe. Çimkî pergala modernîteya kapîtalîst nefikirinê li mirovahiyê ferz dike. Hêsantirîn rêya ku mirov bikeve bin îstîsmareke berfireh nefikirîna mirovan e. Bi vî awayî avaniya rêxistinbûna civakê ji hev vediqetîne. Bi vî awayî îstîsmarkirina civakekê pir hêsan e. Dixwazin civakeke bêdeng û ji tekoşînê bê par biafirînin. Bi vî rengî pergala serdest dixwaze hêza ramanê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Bi vê yekê hewl didin ku  gelan, jinan, ciwanan, kedkaran û hemû beşên bindest bê hizir bike.

Di vê çarçoveyê de eşkerekirina fikra ku pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze li gel mirovan biafirîne, pir girîng e. Çimkî pergala kapîtalîst ji bo ku civakan bikişîne nava vê yekê û bindest bike, feraseteke pir kûr ava dike, civak bi propagandayeke tund û qirêj re rû bi rû dimîne. Nexwe mirovên xwedî raman xwedî erkên entellektûelî ne. Heya ku van erkan pêk neînin, nikarin rê li ber pergala modernîteya kapîtalîst bigirin. Eger ev erk neyên bicihanîn jî, eşkerekirin û têkbirina wê pir zehmet e.

Di vê merheleyê de gelo hin têgehên ku dema hewldana eşkerekirina şer û faşîzmê û meşandina têkoşîna li dijî wê têne bikaranîn, dikarin pêvajoyê bi temamî nîşanî me bide? An jî ew dikare rewşa şer a ku gihîştiye asteke xeternak ronî bike?

Bo nimûne hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên statukoparêz ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî gelên bindest şerên qirkirinê pêk tînin, ma têgeheke weke ‘aşitîyê’ ji bo famkirina pêvajoyê bes e?

Yan jî dema ku bi pêşxistina têgeha 'aşitiyê' em dikarin ji wan kesên ku şerê tunekirinê li dijî civakan ferz dikin, daxwaza ‘pêkanîna aştiyê’ bikin?

Ger armanca  wan 'aşiti' be, çima polîtîkayên şerî dimeşînin? Gelo armanceka hêzên qirker a weke aştiyê heye?

Kêliya ku bi merheleya qirkirinê li dijî gelan şerên neheq tên meşandin û rojane bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin; Baş e divê em qala 'aşitiyê' bikin yan jî ji zalim û qirkeran re qala 'berxwedana rewa' bikin?

Gelo bi rastî jî têgeheke bi navê 'aşitîyê' heye?

Her wekî ku têgeheke wiha tune ye, ji bo xapandina gelên bindest ên ku hewce ye tekoşîneke mafdar bidin meşandin û gotina: Ha ji we re têgeha aştiyê, ji xwe re pê mijûl bibin, em ê jî ji bo bindestkirinê polîtîkayên xwe bi rê ve bibin, yanî rewşeke wekî ku bibêjin, ji bo ki em we tune bikin werin em şer bikin.

Kêliya ku şer bi hemû tundiya xwe berdewam dike, gotin û daxwaza  'aştîyê’ ne di wateya têkçûn û teslîmbûnê de ye?

Ev sed sal in rastiya tekoşîna li dijî tunekirina gelê Kurd heye. Di dîrokê de tu carî dijminatiya li hemberî Kurdan negihîştibû vê astê.

Dema ku em zelalbûna rewşa heyî dibînin û stratejiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî rastiyeke 'ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ’ ye di vê merheleyê de gelo nîşandana helwesta hem ketina şerekî mafdar û hem jî dijderketina vê yekê wê çi qas rast be?

Divê mirov di vê merheleyê de  zêde baldar be, çimkî ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst têgeheke weke 'aramiyê' û 'cîhana bê şer'  tune ye. Jixwe xwe bi saya şerî diafirîne. Pergalek e ku  xwe bi xwînê ava dike.

Baş e cîhaneke bê şer pêkan e?  Ma bi tenê bi daxwaza 'aştiyê' ev yek pêkan e?

Pir eşkere ye ku nepêkan e. Ji bo xapandin û bêbandorkirina mirovan têgeha ‘aştiyê’ tê bikaranîn. Weke gotina Rêber Apo ku digot: ‘Di bin desthilatdarî û sîstema dewletê de bes agirbest pêkan e, lê aşitî rewşa bêşerîyê ye. Tunebûna şer jî bes dema ku ev desthilatdarî û pergala dewletê ji holê rabe, pêkan e.’  Nexwe dema ku şer ji holê rabû, pêwîstî bi aştiyê jî namîne. Ev yek jî nîşanî me dide ku rastiyeke weke aştiyê tune ye. Bi rastî jî têgeheke çêkirî û sixte ye. Dikare weke têgeheke xapandin û êrîşê were nirxandin.

Bo nimûne sîyaseta demokratîk, bi agirbestê pêkan e. Ev jî tê wateya sekinandina şerî. Nexwe ‘siyaseta demokratîk’ ne ew siyaset e ku bi saya aştiyê pêk were. Em dikarin ji rêbaza hewldana ku di merheleya agirbestê de tê dayîn re, bibêjin ‘siyaseta demokratîk’. Her wiha em dikarin bibêjin dualîteya şer–aşitiyê  yan jî lêgerina aştiyê weke teorîk şaş e û di pratîkê de jî bi zirar e. Di roja me ya îroyîn de tu wate û destkeftiyên wê tune ye û bes ji bo xapandinê dikare bê bikaranîn. Li şûna wê di jî şerî bêşerbûn pêkan e, yan jî ev yek tê wateya agirbestê.

Wê demê agirbest çi ye?

Ger şer kêliya pevçûneka beramber be, agirbest sekinandina vê pevçûnê ye. Ne bidawîbûna şer, sekinandina pevçûnê ye.di rewşeke wisa de ji bo şerî her cure amadekarî dikare werin kirin lê belê pevçûn ne pêkan e. Ev qas e. Ji vê yekê re jî ‘agirbest’ tê gotin. Dibe ku her gav agisbest were xirakirin û şer û pevçûn werin destpêkirin.

Ji ber vê yekê rewşa aşitiyê ne pêkan e. Rastiyeke weke bidestxistina aşitiyê tune ye. Demokrasî nikare bi aşitiyê were avakirin, dikare bi agirbestê were avakirin. Demokrasî rewşeke cuda ye. Tu têkiliya demokrasiyê bi aşitiyê re tune ye.

Ji ber wê yekê heya ku desthilatdarî û dewlet hebe, li vê cîhanê aşitî ne pêkan e. Wê şer çêbibin. Bi şerî jî aşitî nayê bidestxistin. Ger ev cîhan û pergalên serdest biguherin û şer ji holê rabin jî hewceyî bi aştiyê jî namîne.

Rêxistinbûn û plankirina şeran li gorî çi çêdibin? Armanca wê li gorî çi diyar dibe?

Pir eşkere ye ku ji bo desteserkirina berhem û nirxên hin kesên din, di şêwazê bikaranîna şîdeta bi plan û rêxistinkirî de jî şêwe digire. Desteserkirina nirxê kesek din tê wateya tunekirina wê jî. Lewma di wateya leşkerî de cewherê şer, tunekirina yê dijberê xwe ye. Ev tunekirin dibe fîzîkî jî be, dibe şikandin û teslîmgirtina îradeya yê dijberê xwe jî be, yan jî bîne rewşeke wisa ku xizmetê jê re bike. Evane dibin şêwazên cuda yên tunekirinê. Çima yê dijber tê tunekirin?

Armanca tunekirina yê dijberê xwe çiye? Ya ku tê armanckirin xesp e, mêtingerî ye, kolekirin e.

Desteserkirina nirxên yê li hemberî xwe, xwesteka ji xwe re karanînê ye. Lewma rasterast girêdana wê bi refbûna şer, mêtingerî, desthilatdarî û pêşketina sîstema dewletê, parçebûna şaristaniyê re heye. Geşedanên fikrî û pratîk ên bi vî rengî, şer derdixe holê. Berevajiya vê jî rast e. Zexta heyî, sîstema mêtingeriyê, desthilatdarî û dewlet di esasê xwe de bi rêbaza şer û bi hêza leşkerî li dora artêşê şekil digire. Şer û artêş sîstema desthilatdarî û dewletê diafirîne. Ji rewşa ku şer çêdike re, leşkertî tê gotin. Ji rêxistina ku şer çêdike re artêş tê gotin. Şer û artêş di nava hev dû de ne. Ji yê ku tê xwestin were tunekirin re jî dijmin tê gotin. Dijmin tê wateya hedefa ku tê xwestin were tunekirin. Lewma dijberiyên şer di asta dijminatiyê de çêdibin. Asta dijminatiyê di asta tunekirina hevdû de ye.

Eger hêzek heyîneke din dijmin îlan bike, wê çi biqewime? Yan jî yê ku dijmin tê îlankirin, divê çi bike?

Yê ku bi neçarî dijmin hatî îlankirin, divê bizane dijminatiyê bike. Eger wê yekê neke jî wê bi êrîşeke yekalî re bi fîzîkî bê îmhakirin, yan jî wê nirxên wî/ê bên xespkirin, teslîmgirtin û wê bê kolekirin. Lewma dema ku zihniyeta desteserkirina nirxê kesek din, siyaset, rêxistin û hêza êrîşê derkeve holê, dema hinekan hin kesên ji dervey xwe weke dijmin dît, ev tê wê wateyê ku êdî bûye dijminê civakê. Lewma ji bo ku her kes li hemberî vê rewşê baldar be û azadiya xwe biparêze, divê bizane dijminatiyê bike.

Pir girîng e ku mirov di vî warî de bi baldar be. Divê mirov nekeve vê xapandina ku ez ê dijminatiyê bi dostatiyê çareser bikim, tiştek welê nîne. Di nêzîkatiyeke bi vî rengî de mirov xwe qurbanî celadê xwe dike, yanî bi xwe stûyê xwe dide ber celadê xwe. Hêzek heye ku di vê astê de tu dijmin îlan kirî û sond xwariye ku li vê cîhanê hebûneke bi navê Kurd nehêle, yanî tu bi hêzeke wisa re rû bi rû yî. Divê mirov nekeve vê xapandinê: ‘Na, her çendî ku dijmin vê yekê bi sedan sal in jî dike, dibe ku ez bi dostatiyê çareser bikim’. Nêzîkatiyeke welê tê wateya teslîmbûnê, encama teslîmbûnê jî koletî ye. Ew jî tunebûna azadiyê ye, ku bêyî azadî jî hebûn û avabûn nabe.