Ziyana ku Tirkiyê dayî ji ya DAÎŞ'ê zêdetir e

Qirkirina dîrokî ku DAÎŞ'ê dayî destpêkirin bi dewleta Tirk û çeteyên din re zêdetir bû. Li gel hilweşandin, talanê bi bihayê milyaran dolî berhemên dîrokî hatin dizîn û firotin.

Li Efrînê 16 hezar û li tevahiya Sûriyê ji 100 hezarî zêdetir berhemên dîrokî hatin dizîn. 16 mûze hatin talankirin, li sedan sîtên arkeolojîk û tilan bi qeçaxî kolan hatin kirin. Serokê berê yê Europolê her çendî diyar kiribe ew pê nizanin bê ka bihayê van berhemên dîrokî çi qas e jî li gorî lêkolînan bihayê wan bi milyaran dolar dike û ev berhem di ser Tirkiyê û Libnanê re kirin bazara cîhanê. Hevserokê Midûrê Mûzeya Efrînê Esmexan Ehmed got berhemên dîrokî yên ku ji Sûriyê hatine dizîn ji ya ku texmîna wê tê kirin pir zêdetir e. Di serî de li EFrînê li Rojava û Sûriyê ne ku tenê berhemên dîrokî hatine dizîn, bajarê antîk Palm3ira ku di lîsteya mîrateya çandê ya UNESCO'yê de ye, perestgehên Bel û Baalshamîn,  berhemên bêhempa yên wekî Eynd Dara, Mizgefa Emewî û Keleha Emewî hate bombekirin, mîrateya 3 hezar salî ya mirovahiyê hate şewitandin û hilweşandin.

Mijara talankirina zeytûnên Efrînê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ta bi destê Tirkiyê û çeteyên wan OSO û firotina van zeytûnan a li welatên Ewropayê û her wiha piştî ku aşkere bû karsazê Tirk ê alîgirê AKP Mûrat Ozvardar li Sûriyê herêma sinayî desteser kiriye, bal kişandibe ser talana Tirkiyê jî, ji mêj ve bû ku di rojeva medyaya Kurd, Ereb û Rojava de bû.

BI DAHATA WÊ ÇETE TÊNE FÎNANSEKIRIN

Piştî ku zeytûnên Efrînê hatin talankirin û rûnê wan firotina Ewropayê û bi dahata wê çete hatin fînansekirin di medyaya Kurd, Ereb, Ewropayê de pir cih girt. Mijar hate ser rojeva parlamentoyên Swîsre, Elmanyayê û partiyên muxalîfetê bi rengekî tund hikûmet rexne kirine.

Piştî ku derkete holê ya ku li Başûrê Kurdsitanê li 60 gundî dar birîn Cengiz Holding e, li ber çava hate raxistin ku desthilata AKP-MHP'ê ne ku xaka Tirkiyê û Kurdistanê daye holdîngên ku ji wan re ''pêncîneya çeteyan'', her wiha Sûriye û Rojava deverên ku dagir kirine jî pêşkêşî van kirine, qada rantê ji bo van koman çêkirine.

Helbet bi çarçoweya plana ku ûriyê tevî nav sînorê xwe bikin dewleta Tirk li herêmên Sûriyê û Rojava li deverên ku dagir kriiye bi rêyên qaçax petrolê dibe Tirkiyê, maden û erdên çandinî talan dike, şîrket, herêmên sinayî û fabrîka ji hêla holdîngên Tirkiyê ve têne desteserkirin. Her çendî li dijî bazirganiya navnetewî, Peymana Lozane û li derveyî hiqûqa navdewletî ya NY'yê jî be, dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine di ser amîrtiya milkî û midrûtiyên emniyetê re bi rengekî filî bi ser xwe ve kiriye.  Herêm ji hêla walîtî, midûrtiya emniyetê, jandarma û qeymeqamên Hatay, Riha, Dîlokê ve têne rêvebirin. Her wiha Wezareta Bazirganiyê, Wezareta Çandê, Midûrtiya Mûzeyan û Wezaereta Çand û Tûrîzmê jî bi kêmanî bi qeasî hêzên çekdar û îstîxbaratê (MÎT) di dagirkeriyê de çalak in.

500 HEZAR KES MIRIN

Li gel belaya DAÎŞ'ê di êrîşên dagirker de yên bi talanê heta inha 500 hezar mirov ji Sûriyê mirine, ji 5 milyonî zêdetir mirov bêgav man ku cih û warê xwe berdin. Yek ji aliyê herî biêş ê şerê Sûriyê bêguman talan û kavilkirina çandî ye.

DÎROKA 3 HEZAR SALÎ TINE BÛ

Raçînaka dîroka bi hezaran salan, mîrateya çandî hate tinekirin .Bi bombebaranan ziyan gihaşte ser avaniyên dîrokî yên hezar salî,  qadên kolînên arkeolojîk, avaniyên dîrokî, bi dehan avaniyên ku di nav kategoriya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de bûn an bi temamî hain kavlkirin an jî ziyaneke mezin hate ser wan. Bi rêya çeteyên OSO û Nûsra berhemên dîrokî hatin dîzin di ser Tirkiyê û Libnanê re li ber aliyên cîhanê hatin firotin.

DIZAN POZ DAN

Hilweşîna dîrokî hingî wiha kirin çav serek çete Muhammed Aloush dema ku li talana perestgeha Nebî Hûrî dayî, ku ev perestgeh di lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCO'yê de bû, vîdeo digirt. Çeteyên bi paşmêriya Tirkiyê berhemên dîrokî yên ku talan kirin di ser Facebook, Twîtter, Skypeyê re bifiroşin.

Ev wêne û dîmenên ku çete par ve dikin rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê piştast dikin û her wiha sûcê mirovahiyê ji bo hemû mirovaiyê hate ragihandin.

QEÇAXIYA BERHEMÊN DÎROKÎ

Di vê pêvajoyê de bi hezaran pereyên kevirî, bîbloyên cam û sermayîkê, qaf û qol, gustîlk, perker û hwd. berhemên dîrokî yên serdema Sûmer, Akad, Asûr, Bîzans- Roma, Selçûkî û Osmanî ku ji Sûriyê dizîbûn û hewl didan li Dîlok, Hatay, Riha, Stenbol û Bûrsayê bifiroşin hatin girtni. Bi şexsî û komî bi dehan rûdanên wiha çêbûn lê di çapemeniya Ereb û Ewropayê de hate nivîsîn, diziya eslî bi destê dewlet û çeteyan bûye.

DI SER TIRKYÊ Û LIBNANÊ RE

BBC di nûçeyeke xwe de bal kişande ser vê bazirganiya dîrokî û got, ''Tê zanîn ku li sûka dîrokî ya Dîlokê, li Hatay, Antakyayê li gelek malên veşartî ev bazirganî tê kirin. Geliyê Bekaayê ya li ser sînorê LibnanÊ jî yek  ji navenda girîng e ku ev kar lê tê kirin. Rêya transît Tirkiye û Libnan e. Bazra Easî Ewropa, Çîn û Welatên Kedavê ye.''

Dema ku DAÎŞ'ê kontrol dikir tê goitn yek ji navenda kilît a qeçaiya bermên dîrokî Minbic bûye û li vir bûroyeke fermî hatibû vekirin, vê bûroyê ji bo qeçaxçiyan her cure halet peyda dikir û tê gotin DAÎŞ'ê ji vê qeçaxtiya berhemÊn dîrokî her sal bi milyonan dolar bi dest xistiye.

EL NÛSRA BI TIRKIYÊ RE DIXEBITE

Yek ji devera ku qeçaxiya berhemên dîrokî lê zêde ye Idlib e, ku di destê El Nûsra de ye. Tê gotin Nûsra berhemên dîrokî yên Idlib û derdora wê tîne Tirkiyê û ji vir dibe Ewroapyê.

Nusra ji bo qeçaxiya berhemên dîrokî bajarê Sarmada yê li ser sînorê Tirkiyê wee navendê bi kar tîne. Qeçaxçiyên ku ji Tirkiyê tên li vir berhemên dîrokî distînin û bi bihayekî zêde li Ewropayê difiroşin.

Li gorî agahiyan endamên çeteyên Nûsra li bajarê Serakîbê li gel pisporên biyan bi teknîk û teçhîzatên modern kolanê dikin. Tê gotin li Idlibê li derdora 400 berhemên dîrokî hatine dizîn.

THE INDIPENDETNÊ BEHSA QEÇAXCIYÊN TIRK KIR

The Indîpendentê nivîsî qeçaxiyên Tirk parçeyekî aidî B.Z bi 8500 salî bi 1,1 milyon dolarî firotiye bazirganên Ewropî. Tê diyarkirin destxetên Xiristiyan ku ji sedsala 13'an maye niha li Elmanyayê pirtûka ku îkonografî ya Farmason li Swêdê di dest qeçaxçiyan de ye.

Lêkol dibêjin parçeyên biçûk li Tirkiyê û Libnanê têne firotin, ên mezin il Swîsre, Çîn, welatên Kendava Basrayê têne firtoin. Li sûka Dîlokê wazoyên dema Romayê ku ji goran hatine dizîn bi rengekî aşkere têne firotin.

16 MÛZE HATIN TALANKIRIN

Li gorî Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî ya Sûriyê li Sûriyê ji 36 mûzeyan 16 jê hatin ralankirin, berhemên kêmpeyda hatine dizîn û pê çeteyên weke DAÎŞ'ê hatine fînansekirin.

Li gorî Washîngton Postê di nav van berheman de pîlikên zîv û zêr ên dema Bîzansê û her wiha parçeyên cam û seramîkê jî hene ku bihayê wan bi sed hezaran dolar dike.

Li gorî NY'yê li Sûriyê bi şerê navxwe re ziyan hate ser gelek behemên dîrokî, ziyan hate ser ji 300'î zêdetir qadên arkeolojîk, talankirin û tinekirin. Konseya Ewlehiya Milî ya NY'yê 2015'an biryareke stand ku ticareta berhemên Serdema Antîk ku ji Sûriyê derketine qedexe kir lê vê biryarê pêşî li talana çandî negirt.

SEROKÊ BERÊ YÊ EUROPOLÊ: EM BI SER ŞOPA WAN VE NEBÛN

Serokê berê yê Europpolê û serokê nû yê Konseya Polîsên Federal ê Belçîkayê Wîlly Bruggeman  got DAÎŞ di ser medyaya dijîtal re bi rengekî pir berfireh van firotinan organîze dike û bi vî rengî qenalên firotinê yên klasîk diqevêze û nahêle ku mirov bi ser şopa wan ve bibe.

16 HEZAR BERHEMÊN DÎROKÎ REVANDIN TIRKIYEYÊ

Li Efrînê piraniya 144 berhemên dîrokî bi êrişên hewayî hatin hilweşandin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sala 2019'an raporek weşand û ragihand ku liğ Efrînê li gel talankirin, revandina mirovan, fîdye û kuştinê, her wiha cih û warên dîrokî û pîroz hatine hilweşandin û berhemên dîrokî ber bi derveyî welat ve hatine revandin.

Li gorî agahiyên di raporê de hatin weşandin, çeteyên OSO, li Efrînê bi kepçe, dozer girik, tirbe û cihên pîroz li xezîneyê geriyan. Derdora 16 hezar parçeyên dîrokî yên tespît kirin, di ser Tirkiyeyê re revandin derveyî welat.

57 AVANIYÊN DÎROKÎ HATIN TALANKIRIN

Hevseroka Midûriyeta Arkeolojiyê ya Herêma Efrînê Esmehan Ehmed li ser mijarê ji me re axivî û got, "Li Efrînê 64 girikên dîrokî hebûn ku parastî bûn. Bi qasî me tespît kirin 46 ji wan girik bi giştî 57 avaniyên dîrokî hatin talankirin. Gelek lewhayên dîrokî birin Tirkiyeyê û firotin. Lewhayên li Nebî Hûrî birin. Di kolandinên li Nebî Hûrî sê sindoq hatin derxistin û birin. Em nizanin ku tê de çi hebû."

Hevserok diyar kir ku li Dîlok, Antakya û Hatayê li nava sûkê jî berhemên dîrokî bi rengekî eşkere dihatin firotin û got, "Em zanin ku ev berhemên dîrokî li sûkê hatin firotin. Çete û dewleta Tirk vî karî bi hev re dikin."

JI TEXMÎNAN GELEKÎ MEZINTIR E

Ehmed anî ziman ku xisar û talana ku hatiye tespîtkirin wan ji saziyên navneteweyî re ragihandine, lê belê di vê mijarê de saziyên pêwendîdar gavek şênber neavêtiye, tenê rapor amade kiriye.

Esmehan Ehmed destnîşan kir ku xisar û talanî ji ya di raporan de hatiye destnîşankirin gelekî zêdetir e, her roj ev bîlanço girantir dibe û got, "Mînak li navçeya Şêrawayê, 32 gund hene ku bermahiyên dîrokî lê ne. Dewleta Tirk di navaç end rojan de 80 topên hawanê avêt van gundan. Beşek ji van topan li dîwarên Kela Kulitê ketin û dîwar hilweşandin. Xisar û talan ji hejmara ku hatiye diyarkirin gelekî zêdetir e. Ji ber ku em nizanin li gelek herêman çi dibe. Her derê dikolin, tiştekî bi qîmet dibînin dibin."

KÎJAN RAYEDARÊN TIRK DI NAVA QAÇAXÇITIYÊ DE NE?

Bazirganiya narkotîkê, qaçaxçitiya mirovan, pereyê reşt, rant, desteserkirin, bertîl û skandalên karên ne li rê ku wezîfedarên dewletê, wezîr, burokrat, holdîng û mafya li Tirkiyeyê di nav de ne, dewam dike. Ev tevna qirêj a desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon berê gelek caran ketibe rojevê jî, bi mikurhatinên Sedat Peker eşkere bû ku sûc û tevna qirêj ji texmînan zêdetir e. Mijareke hêjayî eşkerekirinê ye ku di revandina berhemên dîrokî de kîjan siyasetmedar, kîjan karmendên payebilind, leşker û rayedarên dewletê yên payebilind di nav de ne.

DAÎŞ'Ê DA DESTPÊKIRIN, TIRKIYE DEWAM DIKE

Dîmenê ku DAÎŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê li Mûsil, Reqa, Heleb, Hûms, Tedmurê bi hors û kepçeyan avahiyên dîrokî hilweşandin, li cîhanê bû sedema hêrs û xemgîniyeke mezin. Heman hilweşandina berhemên dîrokî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê û navçeyên wê hate kirin. Di êrişên hewayî û bombardûmanên Rûsya, Îran, Sûriye, DYE û Tirkiyeyê de xisareke mezin li berhemên dîrokî bû.

Di nava berhemên ku DAÎŞ'ê li Sûriyeyê îmha kir, li bajarê antîk Palmîrayê perestgehên Baalshamîn û Bel e. Perestgeha Bel bi teqemeniyeke mezin hate teqandin, peykerê Şêrê El Lat ê 2 hezar salî hate parçekirin.

MÎRATEYA DÎROKÎ HATE BOMBEKIRIN, BI DOZERAN HATE HILWEŞANDIN

Hilweşandina avaniyên dîrokî bi bombardûmanê ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê, her wiha ji bo tevaniya mirovahiyê windahiyeke mezin e. Ji mîrateya hevpar a mirovahiyê Tedmur (Palmîra), Keleha Nebî Hûrî, Perestgeha Ayn Dara ku beriya zayînê di sala 1000'î de hate avakirin, Şikefta Duderî ku temenê xwe 100 hezar sal e, Keleha Sîmon ku ji bo Xiristiyanan cihekî girîng e, Mizgefta Emewî ya dîrokî, Keleha Helebê, Keleha Marmoran, gora Nûrî Dersimî, Tirba Comerd Dede ya Elewiyan, ji navendên bingehîn ên Êzidiyan Şêx Berekat û gelek ji wan...

Yek ji bajarên ku herî zêde hate hilweşandin bêguman Efrîn e ku sala 2018'an hate dagirkirin. Bermahiyên ji serdemên Hûrî, Mîtanî û Roma di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de bi balafirên şer hatin bombekirin. Şikefta Duderî ku hestiyê zarokekî Neanderthal, Perestgeha Ayn Dara ya beriya mîladê di sala 1000'î de hate avakirin, Keleha Sîmon di bombardûmanê de zerareke mezin dîtin.

CIHÊN PÎROZ, TIRBE Û GORISTAN

Gora Nûrî Dersimî piştî dagirkeriyê hate hilweşandin. Li navenda navçeya Mabetayê Kurdên Elewî, li gundên Cindirêsê, Şerawa û Şerayê Kurdên Êzidî diman. Li herêmê Tirba Yagmûr Dede, Sevrîn Dede, Xelîl Dede, Comert Dede, Îbrahîm Dede yên Elewiyan û yek ji navendên baweriyan ên Êzidiyan Şêx Berekat hatin hilweşandin.

Li bajarê Efrînê ku dîroka xwe digihêje 2000 sal beriya mîladê, beriya ku bê dagirkirin peykerên ji kevir ên mezin ên ji dema Hîtîtê mane ku di 'Lîsteya Mîrateyên Dîrokî yên Demkî' yên UNESCO'yê de bûn, her wiha ji Dema Hesin Perestgeha Ayn Dara, nivîsên bi zimanê Lûvî yê ji sedsala 8'an a beriya mîladê, Dêra Duderî û Dêra Marmoran, her wiha gelek girik hebûn.

PEYKERÊN ŞÊR ÊN 3 HEZAR SALÎ HATIN PARÇEKIRIN

Peykerên şêr ên 3 salî yên li Perestgeha Ayn Dara ku yek ji mîrateyên herî girîng ên Serdema Hesin bûn, di encama bombardûmana balafirên şer ên Tirk de parçe parçe bûn. AFP'ê ragihand ku tenê pençeyê şêr ji ber peykeran mane.

Midûriyeta Muze û Berhemên Dîrokî yên Sûriyeyê li ser mijarê daxuyanî da û Tirkiye ji hilweşîna li Ayn Darayê berpirsyar nîşan da. Bang li hêzên navneteweyî kir ku vî sûcê li dijî mirovahiyê û hilweşandina berhemên dîrokê rawestînin.

Hevserokê Midûriyeta Arkeolojiyê ya Efrînê Hemîd Nasir jî diyar kir ku wan xisara dewleta Tirk ku li cih û warê dîrokî yên li bajêr kirine kirine belge û xwest ku ji bo lêkolînkirina bûyerên qewimîne komîteyeke navneteweyî bê avakirin.

57 AVANIYÊN DÎROKÎ YÊN DI LÎSTEYA UNESCO'YÊ DE

Li gorî daneyên Midûriyeta Arkeolojiyê ya Herêma Efrînê, hejmara avaniyên dîrokî yên di lîsteya parastina UNESCO de bûn lê ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatin talankirin; 46 jê girik 57 berhem bûn. Di nava van de perestgeh, kelehên dîrokî, tirbên Êzidiyan, ziyaretgeh, tirb û gorên Elewiyan, şanoyên antîk, girik, kevirên dîrokî, bîr, xirbe û şikeft hene.

TIRKIYE Û DAÎŞ'Ê HEMAN TIŞT KIRIN

Midûrê Berhemên Dîrokî yên Sûriyeyê Maamun Abdulkerîm ji AFP'ê re got, "Zerara li Perestgeha Ayn Darayê, hovîtiyeke mîna hilweşandina Perestgeha Belê ye. Ji bo tevahiya cîhanê felaketeke mezin e. Di êrişeke hewayî de şaristaniya ji 3 hezar salî tune bû." Maamun Abdulkerîm destnîşan kir ku tişta dewleta Tirk li Efrînê kir û ya DAÎŞ'ê li Palmîrayê kir weke hev bûn.

Midûrê Giştî yê Muze û Arkeolojiyê ya Sûriyeyê Hammûd jî bombekirina Perestgeha Ayn Daryê weke "helwesteke barbar" pênase kir.

MINAREYA MIZGEFTA EMEWÎ YA DÎROKÎ HATE HILWEŞANDIN

Di şerê navbera çeteyan û rejîma Baasê de ku sala 2013'an bi heman dewam kir minareya Mizgefta Emewî hate hilweşandin ku ev avahî jî di lîsteya UNESCO de ye. Sala 2012'an di encama şewatekê de zerareke mezin lê bûbû. Sala 2014'an jî Keleya Krak des Chevaliers ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê hatibû bombekirin. Sala 2015'an bedenên keleha dîrokî ya Helebê di encama bombarûmana rejîmê de hate hilweşandin.

XISAR GELEKÎ MEZIN E

Xisara ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyeyê kiriye ji texmînan gelekî girantir e. Bi taybetî li Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablûsê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, binpêkirina mafên mirovan, êşkence, destavêtin, revandina mirovan, kuştina bêdaraz her roj diqewimin. Li aliyekî qadên çandiniyê têne desteserkirin, li aliyê din jî mal û milkên şêniğyan têne desteserkirin.

ÇAVKANÎ:
Şarkul Avsat
Hawar News
Washington Post
BBC Türkçe
Gotara Aylîn Seçkîn a li malpera artfulliving.com.tr hate weşandin.