BI DÎMEN

Zarokên Efrînê bi stiraneke xwe şehîdên HRE’yê bi bîr anîn

Ruxmî êş û azarên herêmên Şehbayê û bombebaranên rojane, zarokên koçber ên Efrînê ji bo bîranîna şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li gundê Basila şehîd bûne, sirûdek çêkirin.

ZAROKÊN EFRÎNÊ

Muzîk û stiran bûne du tiştên ku êş û azarên koçberên Efrînê derbirîn dikin. Şêniyên Efrînê êşên xwe bi riya stiran û helbestan tînin ziman û bi vî rengî şehîdên xwe bi bîr tînin. Hunera xwe bi hewlên xwe yên takekesî diparêzin.

Du zarokên bi navê Yûsif Ebdulrehman û Yara Ebdulrehman ên xwişk û birayên hev, bi stiran û fêrbûna muzîkê hem şehîdên xwe bi bîr tînin û hem jî çand û hunera xwe diparêzin.

Zarokê 13 salî Yûsif Ebdulrehman ê ji gundê Kerzêla yê dagirkirî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wî stranek ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê û bi taybet ji bo şehîdên gundê Basila yên di şer û pevçûnan de şehîd bûne, çêkir.

Yûsif diyar kir ku ev stran xwedî wateyeke mezin e û tê de têkoşîna Hêzên Rizgariya Efrînê û berxwedana wan a dîrokî tîne ziman.

Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hêvîdar in ku em vegerin Efrînê û wê ji terorê rizgar bikin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo me hêviyeke mezin e."