NÇM’ê dengbêj Şakiro bi bîr anî

NÇM'ê di 27'emîn salvegera koça wî de Dengbêj Şakirê bi bîr anî.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), têkildarî 27'emîn salvegera mirina Dengbêj Şakiro, li Beyoglûya Stenbolê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Ji Dîwana Dengbêjan a NÇM'ê Bedreddîn Ebasî, Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê, Mihemedê Serhedî û Dengbêj Xalîde tev li bîranînê bûn. Her wiha hevalê zarokatiyê yê Şakiro, Mihemedê Beyro û gelek ciwan jî tev li bîranê bûn.

Mihemedê Beyro behsa Dengbêj Şakiro kir û stranên wî gotin.

Çalakî bi kilmagotinê bi dawî bû.