BI DÎMEN

Merasîma Hezar Def li Rojhilatê Kurdistanê wê bê lidarxistin

Îsal jî di 4’ê Nîsanê de wekî hemû salên borî li Rojhilatê Kurdistanê li gundê Degagayê yê navçeya Palinganê wê merasîma Hezar Def bê lidarxistin.

Merasîma Hezar Def yek ji wan merasîmên herî kevn ên Hewramanê ye û bi taybetî li gundê Degagayê yê navçeya Palinganê bi salan e berdewam dike. Ev merasîm her sal bi awayekî bi heybet tê lidarxistin.

Yek ji organîzatorên merasîma li gundê Degagayê bi rêya vîdyoyeyekê peyamek belav kir û bang li gelê herêmê û gelê Kurd û gelên Îranê kir ku beşdarî vê merasîma bi heybet bibin.